Jinên Babê bang li Meclîsa Leşkerî ya Babê kir
09:23
JINHA
BAB- Jinên gundê Qawiqlî bang li Meclisa Leşkerî ya Babê kirin ku wan ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirkiuyeyê biparêzin û dawî li hovîtiya wan bînin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, dewleta tirk û komên alîgirê wan 'Mertalê Firatê' ya li ser herêma Babê û gundewarên wê dewam dike. Têkildarê mijarê jinên gundê Qawiqlî yê girêdayî Babê bang li Meclisa Leşkerî ya Babê kirin ku wan ji êrîşên çeteyan biparêzin û bombebarana dewleta Tirkiyeyê jî li ser gundên ku tije sivîl in bidawî bike.
Hiwêce Xemîs ji gundê Qawiqlî yê rojhilatê bajarê Babê ye. Hiwêce got ku di dema serweriya çeteyên DAIŞ'ê de wan gelek zehmetî kişandine û wiha dom kir: "Di dema çeteyan de jinan nedikarîbû ji malên xwe derkevin, divê me cilên reş ên ku li ser me ferz kiribûn li xwe kiribana. Kesên ku bi ya DAIŞ nekiriba, ew dixistin zindanê û îşkence dikirin. Tevî ku em bi temenê xwe mezin in jî, lê em ji zilma wan nediflitîn. Em bang li Meclisa Leşkerî ya Babê dikin ku parastina me ji çeteyan û hemû hêzên mîna wan bikin."
'Bi hinceta misilmantiyê êrîşên hovane pêk tînin'
Wîdad El-Hesen jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê û komên 'Mertala Firatê' heman hovîtiyê didin meşandin û wiha pê de çû: "Dewleta Tirkiyeyê piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê û hêzên Mertala Firatê. Ew çete jî êrîşî me û malên me dikin. Bi hinceta ku misilman in hemû hovîtiya xwe dikin. Em jî misilman in û Xweda nas dikin. Lê ew ne ji bo îslamê hatine, ew ji bo berjewendî û armancên xwe hatine vir."
'Em çeteyên dewleta Tirkiyeyê naxwazin'
Emûne El-Huseyîn jî got ku ew çeteyên dewleta Tirkiyeyê naxwazin û wiha domand: "Em çeteyên Tirkiyeyê naxwazin, em dixwazin bi aramî bijîn. Ji dema ku çeteyên Tirkiyeyê nêzî herêmên me bûne, mal û zarokên me di hedefê topên wan de mane. Ji bo wê em bang li Meclisa Leşkerî ya Babê dikin ku parastina me bike."