Li girtiyan ferzkirina tekmîlê

09:24

JINHA

MÊRDÎN – Girtiyên jin yên girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê diyar kirin ku dema diçin nexweşxane û dadgehan tekmîl li wan tê ferzkirin û ji ber vê qebûl nakin jî rastî zextan tên.

Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li girtiyên PKK û PAJK’ê tekmîl tê ferzkirin. Li gorî nûçeya di Ozgur Gundem Zindanê de cih girtiye di çûyîn û hatina nexweşxane û dadgehan de di bin navê tespîta nasnameyê de tekmîl li girtiyên jin tê ferzkirin. Girtiyên jin tiştên jiyan wiha vegotin: “Dema em diçin dadgehan ji xwe em nav û paşnavên xwe dibêjin û nasnameya xwe tespît dikin. lê tevî ku agahî di destê cendermeyan de heye jî pirsên wekê nav-paşnav, navê bav, navê dê, cihê dayikbûnê û dîroka welidînê tê pirsîn. Girtî dibêjin ev ferzkirina tekmîlê û ji ber vê jî nabin nexweşxane û dadgehan. Li ser vê girtekan digirin û cezayên dîsîplînê tên dayîn.

‘Mafên me ji destê me tên girtin’

Girtiyan destnîşan kir ku îdareya girtîgehê û cenderme pêkanînên keyfî nîşan didin û bi lêv kirin ku ev nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Bi pêkanînên OHAL’ê re nahêlin bi komî wêne bê kişandin. Ji sê hevalan zêdetir nahêlin em bi hev re wêne bikişînin. Li odeyên parêzer-hevdîtinê kamera hatin bicihkirin. Bi vî awayî mafên me ji destê me digirin.”