Ji 92’an heta 2013’an: Li Şirnexê tiştekî bê guhertin nîne
09:26
JINHA
ŞIRNEX-Poltîkaya komkujiyê ya 24 sal berê bû sedema ku 54 kes jiyana xwe ji dest bide, li dijî daxwaza gel ya xwe bi xwe rêve bibin bi zîhniyeta ‘divê herî kêm guleyek topê li malekê bikeve’ ji nûve xistin dewrê. Her mala ku guleya topê lê ket şahidiya berxwedan û zilma salên 90’î bike.
Li Şirnexê di 14’ê Adarê de qedexeya derketina derve hat îlankirin û 8 mehan de hat şewitandin, gel hat koçberkirin. Ev dîmenên bi vî rengî di 18’ê Tebaxa 1992’an de bi dorpêçkirinê dest pê kr. Dora malan hat pêçan û hatin şewitandin. Kargerî hatin texrîbkirin. Polîs ketin malan û wêran kirin. mirov bi rojan ji malên xwe derneketin. 25 kesî jiyana xwe ji dest da û komkujî hat jiyîn. Rojnameyan jî bûyer bi manşetên ‘PKK’ê bi ser bajaran de girt’ derxist. Yek ji şahida wan rojan rojnameger Evîn Çîçekê wiha vegotibû:
‘Me devê zarokên xwe bi destê xwe girtin’
“Êvarê me nûçe temaşe kirin. çek teqiyan. Zarokên razan rabûn. Hemû lambe hatin tarîkirin. Dengê tanq û panzêran dihat. Mala me li ser cadeya mezin bû. Berê çekan dan me. Cam, derî û çarçove parçe bûn. Em çûn mutbexê. Guleyek topê aliyekî avahiyê bir. 4 biraziyên min û dayika wan dest bi girî kir. Ji tirsan dileriziyan. Me hewl da em xwe xilas bikin. avahî bi ser serê me de dihat xwarê. Me xwe bi kaşkirinê bir avêt serşoyê. Me zarok razandin. Em ligel wan runiştin. Depoya avê ya li ser me îsatbet girtin. Hemû av bi ser me de hat. Avahî dihejiya. Wek erdhêjêjî bû. bîhna dûmanê dihat. Dora me hemû bîhna barutê bû.”
24 sal şûnde ji nûve bajar hat dorpêçkirin û hêzên dewletê 8 mehan li dijî daxwaza gel ya ‘em xwe bi xwe bi rêve bibin’ bi gotina dewletê ya ‘divê her malek guleyek topê lêkeve’ bajar hedef hat girtin. 246 rojan bajar bi tank û topan hat wêrankirin. Hema hema di her malê de şopa hovîtiyê tê dîtin.
Yek ji malên di 1992’an de hat wêrankirin ya Omer Kavak bû. hema hema li her derê xaniyê du qat şopa guleyên topan hene.