'Şîdeta li ser jinê ne qedere’
09:33
JINHA
WAN- Jinan diyar kir ku jin di jiyana xwe de di her qadê de rastî şîdetê tên û bi taybet jî li gund û navçeyan şîdet wek qedera jinan tê dîtin. Jinan bi lêv kir ku wê vê qebûl nekin.
Bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Şîdeta li Ser Jinê jin dadikevin qadan û çalakiyên protestoyî pêk tînin. Jin li dijî pêkanînên dengê xwe bilind dikin. Hevşaredara Elbaqê Aynur Tarhan diyar kirk u têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê bi rojekê nekare bê sînorkirin û du jinên li Elbaqê hatine qetilkirin bibîr xist. Aynurê destnîşan kir ku jinên li vir bi zîhniyeta mêr hatine qetilkirin û em ti car vê qebûl nakin.
‘Jin bê cem hev wê pirsgirêk çareser be’
Cigira hevşaredara Elbaqê Şengul Polat jî şîdeta li ser jinê di cîhanê de pirsgirêke û wiha berdewam kir: “Di rojekê de anîna ziman a şîdetê şaşe. Jin di her qada jiyanê de rastî şîdetê tên. Elbaq cihekî feodale. Jin bê perwerde ne. Jin xwe nekarin îfade bikin.Nahêlin xwe pêş bixînin. Divê em jin li dijî pirsgirêkan bibin yek. Em jin li dijî şîdetê li her derê ne.”
Ji yekineya Jinan a Şaredariya Çaldêranê Sakîne Baydir jî anî ziman kul i navçeyê jin şîdetê naynin ziman û got ligel şîdetê jin dibin navê întîxarê de jiyana xwe ji dest didin.
Civaknas Leyla Atsak jî di axaftina xwe de anî ziman ku jin di civakê de bê nirx tê hiştin û jin ne tenê li malê li her derê rastî şîdetê tên. Leylayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rewşa zarokan û got ew jî şîdetê dibî