Jin li dijî şer û şîdetê meşek girseyî pêk anî

11:01

JINHA

EFRÎN-Meclîsa Jinên Şehbayê ji bo protestokirina êrîşên li ser herêma El Şehba û şîdeta li ser jinê, meşek organîze kir.

Li gundê Kefer Naya ya ser bi herêma El Şehbayê ve Meclîsa Jinên Şehba meşek organîze kir. Meşa ku bi armanca şermezarkirina êrîşên ser herêmê û şîdeta ser jinê pêk hat de jinên navçeyên Şera û Şêrewa ya Kantona Efrînê jî beşdar bûn. Meşa ku pêşengiya wê Rêxistina Kongra Star û endamên navenda Sarayê kirin de, posterên jinên têkoşer hatin hildan û bê navber dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.

Di meşê de Endama Meclîsa Jinên Şehbayê Nadiye Osman di axaftina xwe de girîngiya têkoşîna li dijî şîdeta ser jinê anî ziman. Paşê endama Desteya Jinê Dilşan Mihemed û endama Rêxistina Sara Şadiye Ehmed axivîn û ji jinan xwestin ku li beramberî şîdeta li ser welat û şîdet li ser jinê têkoşîn bikin.

Her wiha Hevseroka Meclîsa Babê Fîdan Osman jî da zanîn ku divê têkoşîna ji bo dawkirina şîdeta li ser jinê were bilindkirin.

Çalekiya jinan bi tilîliya dayikan bi dawî bû.