Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Bêrîvan Şengal bi bîr anî
11:16
JINHA
ŞENGAL - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya salvegera bîranîna Bêrîvan Şengal daxuyaniyek da û bang li jin û ciwanan kir, ku xwedî li xeta cangoriyan derkevin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi wesîleya salvegera bîranîna gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Şengal (Dinya Seîd) ku di Mijdara 2015'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrîşeke balafirên şer ên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de, di şexsê Bêrîtan Şengal de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê û pakrewanên fermanê hatin bîranîn û wiha hat gotin: "Şehîd pêşengên siberoja me ya azad in. Şehîd nirx û rûmeta jiyana me ne. Yên ku gihane wateya jiyanê, jiyan fêhm kirine û bûne xwedî sekneke bi vîn û biryar, şehîd in. Ji vê yeke Şehîd Bêrîvan jî bû şopdara heqîqat û baweriya hêza civaka exlaqî û wicdanî. Ji baweriya gelan re bû çîruskek ji hêvî û eşqa jiyanê."
TAJÊ destnîşan kir, ku Bêrîvan Şengal di peyva 'Jin Jiyan Azadî' de pêşenga jinên Êzîdxanê ye û diyar kir, Bêrîvan tevî temenê xwe yê gelekî ciwan jî bû xwedî biryardariyeke mezin û sekneke şoreşgerî.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Bêrîvan ji bo jiyaneke azad û wekhev her tim ket nava lêgerînan û ji bo bibe milîtana civaka xwe û jinê, xwedî armancên mezin bû.
TAJÊ bal kişand ser dilsoziya Bêrîvan Şengal bi ax û civaka xwe re û wiha dom kir: "Evîndara civaka azad bû. Hêrsa wê ya tolhilgirtinê mezin bû."
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî da xuyakirin, ku Dunay Seîd Hesen bi nasnav Bêrîvan Şengal, xeta berxwedan û têkoşîna azadiyê ye û wiha dewam kir: " Şehîd Bêrîvan bû şopdara Ş. Bêrîvanan, Xanêyan, Binevşan û xwe gihand xeta Zîlan û Bêritanan a ku xeta jiyana azad û li dijî îxanetê bû."
Di dawiya daxuyaniyê de soza bilindkirina têkoşîna cangoriyan hat dayîn û hat gotin, "Em bang li hemû jin û ciwanên bi rûmet dikin, ku xwedî li berxwedan û têkoşîna Şehîd Bêrîvan derkevin û bibin şopdarên xeta cangoriyan."