Bêrîvan Şengal bi merasîmek leşkerî li çiyayê Şengalê hat bi bîr anîn
11:59
JINHA
ŞENGAL – Bi boneya salvegera bîranîna Bêrîvan Şengal Akademiya Şehîd Bêrîvan li çiyayê Şengalê merasîmek leşkerî li dar xist. Di merasîma leşkerî de malbata Bêrîvan Şengal jî amede bûn.
Li çiyayê Şengalê di Akademiya Şehîd Berîvan de merasîmek leşkeri ji bo 1’mîn salvegera bîranîna Bêrîvan Şengal hat li dar xistin. Merasîm bi tevlîbûna malbata Bêrîvan Şengal û Fermandarên YJŞ’ê Yekbûn Basret, Sorxwîn Sîdar û xwişka Bêrîvan Şengal Binevş Şengal pêk hat. Feramandara YJŞ’ê Yekbûn Basret diyar kir ku ew ji bo rojek pîroz li hev civîne û merasîmê pêk tînin û wiha got: “Îro salvegera şehadeta Bêrîvan Şengale. Bi vê wesîleyê di serî de Bêrîvan em tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin.”
‘Li hember fermanê Bêrîvan berê xwe da çiyayên azad’
Yekbûnê fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi bîr xist û wiha axivî: “Gelê me yên Şengalê û bi taybet jinên êzidî di şert û mercên giran re derbas bûn, gelek êş û azar dît in. Di fermanê de gelek mirovên me hat qetil kirin, gelek dayîk û keç hatin revandin, esîr hatin girtin û niha di bazaran de tê firotin. Li hember fermanê Bêrîvanê di temena xwe ya biçûk de berê xwe da çiyayên azad û ji bo tolhildanê tevlî tevgera azadiya Kurdistanê bû. Di vê riyê de qasî ku fam kir heval Bêrîvan bu xwedî seknek û jiyana xwe li gorî berxwedanê bi rêxistin kir.”
Yekbûnê da zanîn ku Bêrîvan di encama êrîşek faşîzane ya dewleta tirk de jiyana xwe ji dest daye û wiha pê de çû: “Bêrîvan digot ‘Ger ku em dixwazin tola gele xwe hilînin divê em li her qadê tekoşînê bilind bikin’. Em jî weke şervanên YBŞ û YJŞ’ê di şopa heval Bêrîvan de tekoşîn dikin, dijîn û şer dikin. Pêngava ku îro hatî pêşxistin jî di şopa şehîd Bêrîvan de tê berdewam kirin. Weke bersivdayîn ku binavê Tolhidana Jinên Êzidxanê ev hemleya hatî des pê kirin. Em bi vê giranîyê û bi vê girîngîyê nêzî hemleyê dibin. Bêrîvan di şopa Bêrîvanan de meşîya em jî îro di şopa wê de têkoşîna azadiyê dimeşînin.”
Piştî merasîma leşkerî sînevîzyonekî kurt di derbarê jiyana Bêrîvan Şengal de hat temaşe kirin û bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Şehîd Namir in” bi dawî bû.