Li Mêrdînê hevşaredar hatin binçavkirin
12:22
Mijdar
21
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Hevşaredarê Mêrîdnê û yê Artuklûya Mêrdînê ku qeyûm li şûna wan hatibûn tayînkirin hatin binçavkirin.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya DBP'ê Ahmet Turk û yê Artûklûyê Emîn Irmak yên ku berî bi çend rojan qeyûm li şûna wan hatibûn tayînkirin hatin binçavkirin. Her wiha Hevşaredara jin a Artukluyê Leyla Sevînç jî di dema serdegirtina şaredariyê de hat binçavkirin û Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî hat binçavkirin.