Li Rihayê ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê banga tevlibûnê hat kirin

12:59

JINHA

RIHA - Li Rihayê Komeleya Mala Jiyanê, bang li hemû jinan kir ku tevlî çalakiyên 25'ê Mijdarê bibin û berxwedanê geş bikin.

Li Rihayê Komeleya Mala Jiyanê ya Piştgiriya Bijinan re bernameya xwe ya çalakiyan a 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê bi Tundiya li ser Jinê re ya Navneteweyî aşkera kir. Di daxuyaniya ku ji aliyê komeleyê ve hat dayîn de Leyla Coşkun axivî. Leyla di daxaftina xwede diyar kir ku li Tirkiyeyê jin tên qirkirin û wiha berdewam kir: " Em ê xwedî li pêşengên berxedana jinan pêşxistin derkevin."

Leylaya ku hemû jin vexwendin berxwedanê bernameya çalakiyan wiha aşkera kir:
Di 23'yê mijdarê de dê fîlm bê pêşandan.

Di 25'ê Mijdarê de dê li ber Komeleya Mala Jiyanê daxuyanî ji bo çapemeniyê bê dayîn, piştî daxuyaniyê dê çalakiya rûniştinê bê kirin û piştre jî dê sînevîzyonek der barê tundiya li ser jinan de bê pêşandan.

Di 26 Mijdarê saet di 13:00'an de jî dê xebata atolyeyê ya der barê şîdetê de bê lidarxistin.