Fatma Silêman ligel tevahî hewldana jiyana xwe ji dest da
13:55
JINHA
EFRÎN - Endama Rêveberiya Kongreya Star Fatma Silêman, ku di êrîşa dewleta tirk de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Cindirêsê Fatma Silêman, ku li gundê Şedaya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li ber xwe da û ji ber êrîşa leşkerên tirk birîndar bibû, piştî 10 rojan ligel tevahî hewldan jiyana xwe ji dest da.
Di 10'ê Mijdarê de, li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Kantona Efrînê, gelê Efrînê li gundê Şedaya yê li ser sînor dest bi çalakiya berxwedanê kiribû. Lê belê leşkerên tirk gule li sivîlan reşandibûn û 8 kes birîndar kiribûn, ku yek ji van sivîlan Fatma Silêman bû.Xwşkên Fatma Silêman Fîdan Rûmet û Cahîde jî, di salên 90'î de li bakûrê Kurdistanê di têkoşîna li hember dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabûn.