TJA: Qanûna ku tecawizkaran diparêze hişmendiya dewletê diyar dike
14:46
JINHA
AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê pêşnûmeqanûna ku dê tecavuzkar bi şofîne de civîna çapemeniyê li dar xist. Hevparên TJA'yê bi daxuyaniya ku dan diyar kirin ku hişmendiya zewac û îstîsmara zayendî wekî çareserî dibîne, hemû kolan û tax kirin qadên xeteriya jiyanê û wiha hat berdewamkirin: "Em jin tecavuz, şîdet û îstîsmara zayendî qebûl nakin."
Hevparên TJA'yê yên Amedê derbarê pêşnûmeqanûna ku tecavuzkar diparêze û zarokan mexdûr dike de li Navenda Serlêdanê ya Jinan Ekîn Cerenê civîna çapemeniyê lidarxist. Di civînê de dowîzên wekî "Em ê kesên li dijî zarokan êrîşa zayendî dikin neparêzin", "Rizaya biçûkan nayê qebûkirin", "Ji êrîşên zayendî yên li ser zarokan re na" û "Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan sûcê mirovahiyê ye" hatin vekirin.
Di civînê de Ruken Unsal ya ku metnê daxuyaniyê xwend, diyar kir ku di dema îktîdara AKP'ê ya 14 salan de dest ji gotinên êrîşkar yên zayendî li dijî zarok û jinan nehatiye berdan û wiha berdewam kir: "Di serdema îktîdara AKP'ê ya 14 salan de kuştinên jinan bi dawî nebûne û roj bi roj zêde bûne. Ev pêşnûme ya ku herî dawî ji meclisê re hat şandin qanûan ku êrîşa zayendî ya li dijî zarokan û tecawiza li ser jinan meşrû dike ye. Her wiha ev pêşnûme îstîsmara zayendî ya ku li Weqfa Ensar hat kirin dişofîne û 76 mexdûrên ku bi êrîşa zayendî re rûbirû mane nas nake."
Rûken di berdewama axaftina xwe de got ku ev pêşnûme ne ya ku ji aliyê çend wekîlên AKP'yî ve hatiye amadekirine, di heman demê de hişmendiya AKP'ê ya li dijî zarok û jinan diyar dike û wiha dawî li axaftina xwwe anî: " Em jîn û zarok vê pêşnûmeqanûna ku tecawizkaran dişofîne lanet dikin û em hevparên TJA'yê em ê li dijî van qanûnên ku dijminê zarok û jinan e berxedana xwe bidomînin."