Kongra Star sersaxî ji malbata Fatma Silêman re xwest
16:36
JINHA
QAMIŞLO- Koordînasyona Kongra Star di derbarê endama Rêvebera Kongra Star ya Efrînê Fatma Silêman ya ku di encama êrîşa dewleta tirk de bi giranî birîndar bibû û îro ligel hemû hewildanan jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand û ji malbatê re sersaxî xwest.
Endama Kongra Star a navçeya Cindirêsê Fatma Silêman ku di encama gulebarana dewleta Tirkiyê de di 10'ê mijdarê de birîndar bibû, jiyana xwe jidest da. Koordînasyona Kongra Star sersaxî ji malbatê re xwest û wiha hat gotin: "Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku hevala me endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Cindirêsê Fatma Silêman ya hêja û birûmet ku ji despêka şoreşa azadîya jinê heta niha li dijî dagirkerî û mêtingeriyê bi fedekarîyek mezin li ber xwe da, ji ber êrîşên dewleta dagirker a tirk şehîd bû."
Di 10'ê Mijdarê de, li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Kantona Efrînê, endama me Fatma Silêman li gundê Şedaya yê li ser sînor bi vîna jina azad tevlî berxwedanê bû û ji bo ku hêbûn û azadiya xwe bipareze li dijî dagirkeriyê bedena xwe kir mertal û ji ber gulebarana artêşa dagirker a tirk li dijî sivîlan tevî 8 kesan, bi giranî birindar bû. Lê heval û endama me Fatma Silêman piştî 10 rojan tevlî kerwanê şêhîdên rumet û azadiyê bû. Hevala me Fatma Silêman di heman demê de xwişka heval Fîdan Rûmet û Cahîde ku di salên 90'î de li bakurê Kurdistanê di têkoşîna dijî dewleta Tirk de şehîd bibûn e."
Di daxuyaniyê de jî wiha hat gotin: "Em bi navê hemû endam û jinên demokrat û aşîtîxwaz a Kongra Star êş û xemgîniya malbata şêhîdan û malbata şehîd Fîdan parve dikin û di serî de ji malbat û gelê welatparêz, dost û hevalan re sersaxiyê dixwazin."