Xebatkarên Şaredariyê êrîşên li hember siyasetmedarên kurd şermezar kir

16:49

JINHA

AMÛDÊ- Şaredariya Gel a bajarê Amûdê êrîşên dewleta tirk yên li hember parlementerên HDP’ê û şaredariyên bakûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek şermezar kir.

Xebatkarên Şaredariya Gel a bajêrê Amûdê ya Kantona Cizîrê têkîldarê êrîşên dewleta tirk yên li hember siyasetmedar, parlementer û şaredariyên bakûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek li ber navendê şermezar kir. Di daxuyaniya ku ji aliyê xebatkara şaredariyê Sûcan Ebdo ve hatî xwendin de wiha hat gotin: “Em êrîşên rêjîma Tirkiyê yên li ser hevserokatiya HDP'ê, parlemanterên kurd û hevşardarên bakûrê Kurdistanê şermezar dikin. HDP'ê di qada navnetewî û herêmî de her ku diçû pêşveçûn û serkeftin bidest dixstin. Tirkiyê jî ev yek weke têkçûna xwe dît. Vê yeke jî hişt ku Tirkiyê bi her awayî êrîşên xwe yên bêsînor li ser gelê kurd zêdetir û dijwartir bike. Ji bo wê jî dest bi girtina hevşaredarên li bakûrê Kurdistanê û parlementeran kir.

Ji bo ku kirîza xwe ya hundirîn derxe jiderveyî Tirkiyê, roj bi roj êrîşên dijwar li ser Rojavayê Kurdistanê pêk tîne. Hemû hewldanên xwe dike da ku statûyeke kurdî çênebe. Ji ber ku vê yekê weke xeteriyekê li ser hegemoniya xwe dibînin.

Em wek xebatkarên şaredariyên rojavayê Kurdistanê van kiryarên hovane yên rêjîma Tirkiyê bi tundî şermezar dikin. Em gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê bi tenê nahêlin û dengê xwe bighînin hemû cîhanê û rûyê rêjîma Tirkiyê yê reş ji wan re eşkere bikin."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana gelê me yê berxwedêr" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.