ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2016'AN

09:31

*Jinên bajarê Minbicê bi boneya rasthatina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê diyar kirin ku li hember her cure şîdet divê jin asta têkoşîna xwe bilind bikin."

*Jinên Ciwan diyar kirin ku AKP îstîsmara zayendî rewa dike û hewl dide serê qirêjiyên xwe bigire û diyar kirin ku pêşnûmeya hatye meclîsê derbas bibe jî li dijî tecawizkaran wê bi parastina cewherî bersivê bidin.

*Berdevka SKM’ê Fadîme Çelebî ku di platforma ji bo çalakiyên 25’ê Mijdarê hatiye avakirin de cih digire wiha got: “Divê 25’ê Mijdarê wek pêvajoyeke ku qedexeyan ji holê radike, îradeya bi mîlyonan jinî dadixe kolanan bê dîtin. Rola vê 25’ê mijdarê dîrokiye û divê hemû jinên kedkar tevlî vê bibin. Divê şîdeta dewlet mê bê teşîrkirin. Divê bi rihê xwişkên Mîrabel dakevin qadan.”

*Bêrîtana 2 salî, Roj û Diyarê 9 mehî û Rojvanê 6 mehî li girtegehî bi dayikên xwe re di bin şert û mercên ne baş de dimînin. Ev tenê ji çend zarokane. Dayika Rojava Leyla Eleftoz Baran ji bo zarokê wê di hawirek bi tendurist de mezin bibe banga hestiyariyê kir.

*Parlamentera Partiya Sosyalîst a Îngîlîz Julîe Ward, ji bo xwişka xwe parlamentera girtî ya HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk nameya piştevaniyê nivîsin. Julîe di nameya xwe de wiha got: “Emê axaftina xwe ya li ser îdeolojiya dijminê jinê, nîjadperest û zaroka AKP’ê û Erdogan berdewam bikin. Ji me pir ditirsin. Ji ber em jin xurtin.”

*Sekretera Jinan a Komîsyona Jinan a ÎKK ya TMMOB a Amedê Armanc Eşîn bertek nîşanê pêşnûmeya AKP’ê ya pêşî li îstîsmara zarokan vedike da û got bi pêvajoya OHAL’ê re girtiya saziyên demokratîk, derxistina qanûna hevdemî, lêdana darbeya li qezencan hedef dike û wiha berdewam kir: “Bi hinceta OHAL’ê re tecawzikar tên berdan. Lê emê desturê nedin jin û zarok teslîmê tecawizkaran bê kirin.”