Jinên Minbicê: Li hember her cure şîdet divê jin li ber xwe bidin

09:50

JINHA

MINBIC- Jinên bajarê Minbicê bi boneya rasthatina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê diyar kirin ku li hember her cure şîdet divê jin asta têkoşîna xwe bilind bikin."

Bi boneya rasthatina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, jinên bajarê Minbicê diyar kirin ku bi têkoşîn û berxwedanê ew dikarin bi serbikevin û zagona desthilatdariyê mêr biguherin. Jina bi nave Xisûn Receb diyar kir ku jin ji aliyê pergalê desthilatdariyê ve her dem rastî şîdetê tên û wiha got: "Jin di jiyana xwe de rastî gelek bûyerên bi êş tê. Di her qadê de rastî şîdeta mêr tê. Çeteyên DAIŞ'ê di dema serweriya çeteyan de gelek hovîtî û îşkence li hember jinan pêk anîn. Lê belê jin li hember şîdet û tundiyê ti car serî ne tewand û li ber xwe dide. Divê li her qadê jin xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin."

'Jin xwedî hebûn e, divê her kes vê baş bizane'

Hevseroka Meclisa Gel a bajarê Minbicê Sozdar Xalid jî destnîşan kir ku gelek cureyên tundiyê hene û li ser jinan tê pêk anîn û wiha domand: "Di şerê li Sûriyê de herî zêde jin rastî şîdetê hatin û bûn maxdûr. Mînak dema ku DAIŞ bajarê Minbicê dagir kiribû, bi zor cilên reş li jinan dikirin. Ew ji hemû mafên wê bêpar hiştin. Heta ji mafê axaftin û derketina bi hevjînê xwe re jî hatibû astengkirin. Her wiha rêbazên qirêj ên dûrî exlaqên mirovahiyê mîna kuştin û tecawizkirinê jî li hember jinan pêk anîn. "

Sozdarê bi lêv kir ku dewleta tirk li hember jinê li tirkiyê û bi taybet li bakûrê Kurdistanê tundiyek giran dide meşandin û wiha pêl da gotina xwe: "Jin xwedî hebûn e, divê her kes û di serî de dewleta Tirkiyê vê yekê baş zanibe. Li ser jinan hemû rêbazên şîdetê dide meşandin, ev yek jî bandorê li ser dike û dibe astengî li pêşiya pêşketina wê. Lê li beramberî vê yekê divê em hemû astengiyên li pêşiya xwe rakin. Em niha gihiştine qonaxeke nû û tê de em dikarin xwe bi xwe rêve bibin. Jina azad civaka azad e û civaka azad jî netewa demokratîk ava dike. Netewa Demokratîk jî ferderaliyê bi xwe re tîne. Di vê sîstemê de mafê jinê yê birêvebirina nîvê civakê heye. Li ser vî esasî biratiya gelan, jiyana hevpar û têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê hîn zêdetir pêş dikeve û dighêje astên bilind."


'DAIŞ bi êrîşa li ser jinê dixwaze civakê ji hev bixe'

Ebîr Ehmed jî anî ziman ku di dîrokê de jin her dem rastî îşkencê û zilmê hatiye û wiha pê de çû: "Jin li tevahî cîhanê rastî şîdetê hatiye. Li Minbicê jî jin bi tundiyê re rûbirû ma. Bi hinceta ku jin bê hêze û nikare li ber xwe bide, hemû rêbazên şîdetê li ser jinan pêk tînin. Rêber Apo derbarê jinê de gotibû 'eger hun bixwazin civakekê azad bikin, divê serî de jin azad bibe'. DAIŞ'ê bi êrîşa li ser jinê xwest ku civakê ji hev bixe. Ji bo wê bi hovîtiyeke mezin êrîşî jinê dike. Li dijî van kiryarên wan jî divê em xwe azad bikin û xwe ji hemû zincîrên serdestiya mêr rizgar bikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku li dijî hemû cureyên şîdetê li ber xwe bidin û pêşerojek azad ava bikin."