Jinên ciwan: Emê tecawzikaran bi parastina cewherî ceza bikin
09:54
JINHA
AMED- Jinên Ciwan diyar kirin ku AKP îstîsmara zayendî rewa dike û hewl dide serê qirêjiyên xwe bigire û diyar kirin ku pêşnûmeya hatye meclîsê derbas bibe jî li dijî tecawizkaran wê bi parastina cewherî bersivê bidin.
Parlamenterên AKP’ê qanûna ku îstîsmara zayendî rewa dike û bi rêya zewacê sûcdaran efû dike anîn meclîsê û jinan bertekên tûnd nîşan dan. Ji Jinên Ciwan ên Demokratîk û Azad (ODGK) Zelal Fahrîoglu da zanîn ku bi destê AKP’ê pêşiya îstîsmara zayendî tê vekirin û wiha pê de çû: “Me wek jinên azad li Stenbol, Îzmîr, Enqere û Kocaeliyê diyar kir ku teqez vê qanûnê qebûl nakin. Me meş û daxuyanî da çapemeniyê. Ger dewlwet tecawizkara biparêze wê jinên ciwan bi parastina cewherî wan ceza bike. Em desturê nadin vê yekê.”
‘Emê parastina cewherî pêş bixînin’
Zelalê destnîşan kir ku ji şoreşa Rojava heta niha jinan bi awayekî herî baş deng dane hev û ev tişt anîn ziman: “Em jin, LGBTÎ wê di 25’e mijdarê de parastina cewherî pêş bixin û li qada bin. Emê desturê nedin ku ne jin û ne jî zarok di vê jiyanê de mecbur bimînin.”
‘Çapmeniyê heta niha ev nûçe nedidan’
Tugçe Ozsoy ya HDP’î bi lêv kir ku êrîşên li dijî jin û zarokan her diçe zêde dibin lê heta îro çapemeniya alîgir cih nedaye van nûçeyan û di van rojan de operasyonên qirkirina siyasî tên kirin, di qada navneteweyî de geşedanên girîng tên jiyîn. Tugçeyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di vê navberê de jî pêşnûme anîn rojevê. Vê wek rastiya civakê hewl didin bi me bidin xwarin. Zaroka rastî îstîsmara mêrê kut ê re tê zewicandin. Gelo kîjan mexduriyet ji holê radibe? Mêrê di girtîgehê de derdikeve û wê bi jinê re bijî. Di nav lîstikên polîtîk de wê jin û zarok bên binpêkirin. Em desturê nadin rewakirina ‘îstîsmara zayendî.’”
Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Hatîce Dagê jî bertek nîşanê pêşnûme pirsê da û destnîşan kir ku divê li dijî vê zîhniyet û biryarê pêkanîna parastina cewherî bikeve dewrê û bi lêv kir ku wê hesabê hemû jinan bipirsin, desturê nedin tacîz û tecawizê.”