Jin bi rihê xwişkên Mîrabel dadikevin qadan

09:55

JINHA

STENBOL-Berdevka SKM’ê Fadîme Çelebî ku di platforma ji bo çalakiyên 25’ê Mijdarê hatiye avakirin de cih digire wiha got: “Divê 25’ê Mijdarê wek pêvajoyeke ku qedexeyan ji holê radike, îradeya bi mîlyonan jinî dadixe kolanan bê dîtin. Rola vê 25’ê mijdarê dîrokiye û divê hemû jinên kedkar tevlî vê bibin. Divê şîdeta dewlet mê bê teşîrkirin. Divê bi rihê xwişkên Mîrabel dakevin qadan.”

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê rêxistinên jinan yên Stenbolê wê gelek çalakiyan pêk bînin. Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Fadîme Çelebî ku di platforma hevpar a ji bo 25’ê Mijdarê hatiye avakirin de cih digire girîngiya 25’ê Mijdarê ya ji bo jinanve got û têkildarî çalakiyan de agahî da. Fadîmeyê wiha got: “Jin tên qetikirin, hevserok tên girtin. Dewlet û Qesrê piştî 15’ê Tîrmehê êrîşên dijwar pêk anîn. Di 14 sal desthilatdariya AKP’ê de jin her tim bûn hedef. Hewl didin jinê ji qada civakî siyasî, aborî û çandî qût bikin. Li dijî vê xetereyê hewcedarî bi xeta têkoşînê heye.

‘Em bibin yek emê êrîşan têk bibin’

Fadîmeyê di berdeawmiyê de ev tişt anî ziman: “Ji salên 90’î de jinên Kurd birihê serhildanê têkoşîna azadiyê anî. Pratîka jinên Kurd ya bi heybet bandor li ser me jî kir. Tevgera jinan bedelên cidî dan û qezenc kirin, hatin vê rojê. Ev desthilatdarî îro van hemûyan digire. Jin têdikoşin. Ji bo azadiyê li kolanê ne. parastina cewherî pêk tînin. Em jin natirsin. Em bibin yek emê têkoşînê têk bibin.”

Fadîmeyê bi lêv kir ku platformek hevpar a gelek rêxistinên jinan têde hene hatiye avakirin û da zanîn ku armanc eve ku girseyên mezin yên jinan li dijî şîdet mêr,dewletê tevlî vê berxwedanê bikin û xeta têkoşînê mezin bikin.
Fadîmeyê da xuyakirin ku ev mehek û nîve dest bi xebatan kirine û got hedef dikin xwe bigihînin girseyên mezin yên jinan û wê bi mîlyonan jin dakevin kolanan û qedexeyan ji holê rabikin.

Fadîmeyê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir k udi 25’ê Mijdarê de saet di 19.00’an de tevlî meşa Şevê ya li Taksîm Tunelê bibin.