Rojvan, Diyar, Bêrîtan… Divê zarok di şert û mercên bi tendurist de mezin bibin
10:06
JINHA
AMED – Bêrîtana 2 salî, Roj û Diyarê 9 mehî û Rojvanê 6 mehî li girtegehî bi dayikên xwe re di bin şert û mercên ne baş de dimînin. Ev tenê ji çend zarokane. Dayika Rojava Leyla Eleftoz Baran ji bo zarokê wê di hawirek bi tendurist de mezin bibe banga hestiyariyê kir.
Li Tirkiye û Kurdistanê di salên dawî de hejmara girtiyan zêde dibe û vê re ya zarokan jî zêde dibe. Bêrîtana 2 salî, Roj û Diyarê 9 mehî û Rojvanê 6 mehî li girtegehî bi dayikên xwe re di bin şert û mercên ne baş de dimînin. Şermana 18 mehî û Agîtê 5 salî jî ji dayika xwe dur mahkumê jiyanê hatin kirin.
Hewcedariyên wan nayên cih
Dayika RojavanÊ 6 mehî Leyla Eleftoz bang li hemû raya giştî kir. Leyla bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin û di şert û mercên nebaş de zarokê xwe mezin dike. Rojavan ji ber hewcedariyên xwe yên xwedîbûn, serşo û xwarinê nekare bîne cih rojêndijwar dijî. Tevî hemû bertekên rayagiştî han tên girtin. Doza Leylayê di 13’ê Qanûnê de li Edliyeya Mêrdînê tê dîtin.
Leylayê bi lêv kir ku ligel nepeydakirina hewcedariyan behsa zehmetiyên ku zarok din ava bi dehan kesî de dijî kir û got ji ber îdiayek bêbingeh li girtîgehê tê girtin.
‘Dermanên şaş tên dayîn’
Leylayê destnîşan kir ku ji ber hewagirtinê paçe her tim vekirîne û ode germ nabe û wiha pê de çû: “Ji ber vê Rojvan her tim nexweş dikeve. Ez nekarim bibim doktor jî. Dema dibim revîrê jî doktorê zarokan tine û dermanên şaş tên dayîn. Ez nekarim zarokê xwe bi rêk û pêk derman bikim. Di rojên hevdîtinan de jî em rastî zehmetiyan tên.Di roja hevdîtinê de ji bo çend saetan bibim bavê wî ez bi gelek daxwaznameyan re mijûl dibim. Bi pêvajoyek bi israr dîsa bi daxwaznameyan zarokê xwe digirim.”
Leylayê bi lêv kir ku zarokê wê bi çapika diçe û lê ji ber cihê wan tenge nekare bigere û ji bo pêşketina zarokê min ti derfet tike. Leylayê da zanîn ku ev du mehe pêvajoyek zehmet dijî.
Diyarî 9 mehî 10 rojan di binçavan de ma
Dayika Diyar Ferîde Komurcu jî di 26’ê îl/onê de di serdegirtina malan de li gundê Tilbisim a Dêrikê bi hevjînê xwe re hat girtin. Diyar ji ber şîrê dayika xwe dimijiya 10 rojan bi dayika xwe re di binçavan de ma. Diyar jî bi dayika xwe re hat girtin û girtîgeh nas kir.
Bêrîtana 2 salî terorîst hat îlankirin
Li Sûrê di 3’ê Adarê de 19 sivîl ji korîdora ewlehiyê derketin û di nav de Remziye Tosun bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin. Remeziya bi keça xwe Bêrîtan Tosun ya du salî re şandin girtîgeha Tîpa E ya Amedê.
Hefteyekê bi dayika xwe re hefteyekê bi bavê xwe re
Li Hezexa Şirnexê di 15’ê Tebaxê de di serdegirtina malan de hevşaredar Nevîn Oyman Girasun hat binçavkirin û di 24’ê Tebaxê de hat girtin û şandin rihayê. Zaroka Nevînê Roj Gîrasun ji ber şîrê dayika xwe dimijiya şandin cem wê. Roj hefteyekê li girtîgehê li gel dayika xwe û hefteyekê jî li derve cem bavê xwe dimîne.
Şerman Rodî ji dayika xwe hat veqetandin
Di 1’ê cotmehê de li Amedê di serdegirtina malan de 17 mamoste hatin binçavirin û yek ji van jî endama Egîtîm Senê Fatma Gulçîçek Ari bû. Fatma bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin û birin girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Zarokê wê Şerman Rodî di binçavan de ligel wê bû. Şerman di rojên hevdîtinê de diçe cem dayika xwe.
Xwişka Fatmayê, endama Egîtîm Senê Adîle Gulçîçek Ekîcî jî hefteyek beriya wê ji ber faliyetên sendîkal hatibû girtin. Niha her du xwişk ligel hev dimînin û zarokên wan jî ji wan durin. Agitê 5 salî ji roja dayika wî Adîle hatiye girtin heta niha hebên antîdepresan bikartîne.