Di dema ketina navçeyê de konvoya cenaze hat astengkirin

10:44

JINHA

WAN - Di 18'ê mehê de li Erdîşa Wanê ji aliyê polîsan ve bi ser mala Hediye Ataman de hatibû girtin û di şev nîvê şevê de Hediye di nava xanî de bi saxî hatibû şewitandin. Malbata Hediye ya ku cenazeyê wê ji nexweşxaneyê girt, ji ber şevbû ji bo ku komkujiyeke din neyê jiyîn biryar dan ku cenazeyê wê bi roj defin bikin.

Cenazeyê hediye ya k u di 18'ê mehê de ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da ji morga Navenda Tibê ya Dursun Odabaş ji aliyê malbata wê ve hat girtin. Malbata ku cenaze anî erdîşê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û nehiştin ku cenazeyê hediye di navenda navçeyê re bê derbaskirin. Ji ber vê malbatê cenaze di rê ya derdora navçeyê re anîn taxa Çelebîbaga ku malbat lê dijî û malbatê cenaze bir mala xwe. Malbatê diyar kir ku ew ji ber ewlehiyê nikarin cenazeyê Hediye defin bikin û cenaze ji bo deftinkirinê ji sibê re hat hiştin.