Êrîşên dewleta tirk ya li ser Minbicê hat şermezarkirin
12:04
JINHA
KOBANÊ- Rêxistina TEV-DEM’ê li Kantona Kobanê bi daxuyaniyek êrîşên dewleta tirk ya li ser bajarê Minbicê şermezar kir.
Êrîşên dewleta tirk ya li ser bakûrê Sûriyê û bi taybet li hember gundewarên bajarê Minbicê ya ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin dewam dike. Rêxistina TEV-DEM’ê li Kantona Kobanê têkîldarê êrîşan daxuyaniyek da raya giştî.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê TEV-DEM’ê ya Kantona Kobanê Ehmed Şêx de hatiye xwendin de wiha hat gotin:
"Careke din dewleta tirk ruyê xwe yê reş ji dinyayê re eşkere dike. Hemû biryar û hevpeymanên navnetewî binpê dike, bi riya derbasbûna komên wê yên xwefiroş li ser axa Îraqê dixwaze dagirkeriya wir bike. Her wiha li Sûriyê jî dixwaze careke din împratoriya xwe ya Osmanî ava bike. Tevahî cîhan dizane ku Tirkiyê ji bo pêkanîna van armancan çeteyên DAIŞ'ê weke hêza sereke dihatin bikaranîn û heya niha jî tên bikaranîn. Îsrara dewleta tirk ji bo beşdarbûna hemleya Mûsil û Reqayê ew e ji bo ku careke din alîgirên xwe yê DAIŞ’ê biparêze. Lê hemû derî li pêşiya wê tên girtin, ji bo wê jî niha rûyê xwe yê rast eşkere dike û êrîşî Bakurê Sûriyê bi rengekî rasterast dike. Destpêkê êrîşî Efrînê û Herêma Şehbayê, niha jî êrîşî Meclisa Leşkerî ya Minbicê dike."
Bakurê Helebê bi riya bazareke pir qirêj hate firotin, armanca dewleta tirk ji van êrîşan ku careke din Sûriyê di nava tevlîheviyan de bihêle û bikaribe rê li pêşiya projeya sîstema federaliyê ya ku ji hemû gelê Sûriyê re bûye çareserî, bigire. Em wekî gelê Kobanê bi tevahî rengên xwe, bi rihê berxwedana Kobanê ya dîrokî êrîşên dewleta Tirkiyê yên li ser herêmê û bi taybet li ser Meclisa Minbicê ya Leşkerî û şermezar dikin. Di heman demê de jî em piştgirî û yekbûna xwe ya ji berxwedana dîrokî ya ku şervanên Minbicê didin meşandin, serkeftinê dixwazin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bimre dewleta tirk ya faşîst" û "Bijî berxwedana Meclisa Leşkerî ya Minbicê" bi dawî bû.