Li kana madenê bendewariya bêhêvî berdewam dike
12:22
JINHA
SÊRT -Hezza ku li navçeya Xezxêrê ya Sêrtê li kana sifirê pêk hat û 16 karkeran di encamê de jiyana xwe ji destdan, malbatên wan bi rojan e bêndewariya xwe ya bêhêvi didomînin.
Li gundê Madenê navçeya Xezxêrê ya Sêrtê di 17'ê Mijdarê de li kana sifirê hezz pêk hat. Di encama hezzê de 16 karkerên di madenê de dixebitin di bin axê de man. Di encama lêgerinê de 6 cenazeyên karkeran hatin dîtin, lê ligel hemû xebatên komî cenazeyên 10 karkeran hêj di bin axê de ne. Malbatên karkeran dema agahiya bûyerê girtin bi lezginî hatin cihê hezaz lê çêbû. Bi sedan malbat ji bo agahiyekê ji xizmên xwe yên di bin axê de bigirin bi şev û roj bêhêvî di bin konan de li benda agahiyekê ne.
Malbat li benda cenazeyên xwe ne
Malbatên ku li benda cenazeyên xizmên xwe ne ji bo xwe ji sermayê biparêzin bi êzîngan agir pêdixin û bi durbînan xebatên lêgerinê dişopînin. Bi sedan welatî ji bo moral û piştevaniya xwe nîşan bidin kom bi kom tên serdana malbatan û bi wan de nobetê digirin. Jinên ku ev 5 roj in di nobetê dene bi heman êş û janî diyar dikin ku xizmên wan ji ber sersariyê jiyana xwe ji dest dane. Jinên ku li ser girê nobeta ditina cenazeyên zarokên xwe dene, saniyeyekî çavên xwe ji çiyayê ku ji xizmên wan re bû goristan venaketínin, bi lawijan êşa xwe parvedikin.
Nûner û rêveberên rêxistina HDP,DBP'ê û parlamenterên HDP'ê jî malbatan bi denê nahelîn û ji bo parvekirina êş û jana malbatan, bi malbatan re nobetê digirin.
Qada xebatên lêgerinê lê tên kirin ji aliyê leşker û ewlehvanên taybet ve hatiyê dorpêçkirin. Her wiha serleşkeran destur neda ku nûçegihan li qadê nûçeyan bişopinin û bi gefê nûçeguhanan ji qadê dur dikin.Têkîliya bi malbatan re jî qedexe kirin.