Li kana madenê cenazeyekî din hat dîtin
15:37
Mijdar
22
/ 2016
JINHA
SÊRT- Cenazeya kedkarê madenê Bedrettin Çayli piştî pênc rojan ji binê axê hat derxistin.
Cenazeyê karkarê bi navê Bedtrettin Çayli ku di 17'ê Mijdarê de di encama hezza gundê Madenê navçeya Xezxêrê ya Sêrtê de bi 16 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, piştî 5 rojan hat ditin. Xebatkarên ku bi rojan di lêgerinê de ne xwe gihandin cenazeyê Bedrettin.
Dema cenazeyê Bedrett hat Malbata Bedrettin qeyrana sînîrê derbas kir. Her wiha cenazeyên 9 karkaren hêj di bin axê de ne. Lêgerina cenazeyan û nobeta malbatan li madenê didome.