ROJEVA 23'Ê MIJDARA 2016'AN
09:28
*Şukriye Ehmed bi afrînerî û keda xwe çanda hunera destan dide jîndin û bi cîran û jinên taxa xwe re parve dike.
*Jinan diyar kir ku ew pênûmeya hikûmetê ya ku îstîsmara zayendî rewa dikin qebûl nakin û wiha gotin: “Ji bo guherîna vê civakê divê jin û zarokên keç berxwe bidin. Jin bi her awayî dikin meta. Mafê jiyanê yên jinan ji destê wan tê girtin. Hewl didin jinan tine bikin. emê desturê nedin qanûna tecawizkar.”
* Piştî AKP’ê daxuyand ku qanûna îstîsmara zayendî rewa dike vekişandine şûnde jî jinan diyar kir ku wê li kolanan bin û têbikoşin. Nûnera Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin a Enqereyê Ayşen Ece Kavas wiha got: “Em berovajî vê daxuyaniyek ‘Ti kesê di bin temenê 18’yî de nekare bizewice û bê zewicandin’ dipên. Ev têr nakin. Ya esas eve ku divê zewaca di temenê biçûk de bi tevahî bê astengkirin.”
*Di 20’ê Mijdarê de ‘hevdîtina jinan’ pêk hat û diyariyê Zehra Eplî ya li girtîgeha Gebzeyê bedena xwe da ber agir kirin. Bi pergala Tevgera Jinên Azad biryara bilindkirina têkoşînê hat dayîn. Di hevdîtinê de kelecan û coşek mezin serdest bû û biryarên hatin girtin jî xwedî girîngiyek dîrokî bû. Jin wê ligel hemû astengiyan rêxistinbûna xwe mezintir bikin.
*Bajarê Minbicê piştî ku ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin gel dest bi înşakirina jiyanê kirin û xwe bi sazî dikin. Jinên ku di xebatê Gumrika bajarê Minbicê de cih digrin diyar kirin ku ew saziya gumrikê bi armanca çavdêriya pêdiviyên ku derbasî bajêr dibin vekirine û gotin ku jin di her sazî û xebatê de xwe bi rêxistin dikin.
*Li gorî raporên navxweyî ji ber zagonên rejîma Îranê ya serdest, jin di her 9 saniyê de li Îranê rastî tundiya mêr tên. Jinên Îranê li hember tundiya pergalê banga rêxistinbûnê kirin û gotin divê têkoşîna jin ya ji bo maf û azadiyê neyê asteng kirin.