Jinên Minbicê êrîşên Tirkiyê bi tundî şermezar kirin
11:19
JINHA
MINBIC- Jinên bajarê Minbicê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ya li ser sivîlan û hedef girtina Meclisa Minbic a Leşkerî, daxuyanî dan.
Jinên bajarê Minbicê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirkiyê li ser sivîlan û li ser Meclisa Leşkerî ya Minbicê, li pêşiya Navenda Meclisa Minbic a Sivîl daxuyaniyek dan raya giştî. Daxuyaniya jinan ji hêla endama Meclisa Minbic a Sivîl Zeyneb Elî ve hate xwendin.
Di daxuyaniya jinan de wiha hat gotin:
"Em weke jinên Minbicê êrîşên dewleta Tirkiyê yên hovane ku bi serkêşiya AKP'ê û Erdogan tê kirin, bi tundî şermezar dikin. Tirkiyê bi van êrîşan dixwaze ku bajarê Minbicê dagir bike û imparatoriya xwe ya Osmanî ku li welatê me weke teror tê naskirin, ava bike. Her wiha em êrîşên wan ên li ser Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya ku parastina bajarê me dike, şermezar dikin.
Jin li Minbicê ji ber çeteyên DAIŞ’ê rastî gelek êş hatine û mafê wê hate binpêkirin û bi kuştina hevjîn û zarokên xwe re jî rûbirû ma. Lê tevî hemû êrîşan dîsa jinan li ber xwe da û li hember bêdengiya navnetewî dengê xwe bilind kir. Em ê li ser felsefeya berxwedanê bimînin heya ku em azadiya xwe bidest bixin û em ê tevahî zincîrên zilmê bişkînin. Em ê welatekî xweş ava bikin û êrîşan têk bibin.
Em bang li saziyên mafê mirovan û parastina mafê jinan dikin ku li hember van êrîşên Tirkiyê helwesta xwe zelal bikin û vê hovîtiyê bidawî bikin. Bi boneya roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê jî em herî zêde bang li jinan dikin ku xwedî li hev derkevin.
Em ê jin bibin meşeleya ku ber bi azadiyê welatê me ronî bike û ber bi Sûriyeke nû demokratîk, ber bi civakek nû ne tenê di Rojhilata Navîn de, di hemû cîhanê de em ê rêya azadiyê esas bigirin bimeşin.”