Li komeleya jinan a mohrkirî lêgerîna polîsan
11:43
Mijdar
23
/ 2016
JINHA
AMED - Yek ji saziyên ku bi biryara KHK'ê hatin mohrkirin jî SELÎS bû. Polîsan li bînaya SELÎS'ê ya mohrkirî lêgerîn pêk anîn.
Yek ji komeleyên ku bi xala qanûna OHAL'ê ya 11'emîn hat morkirinin jî Komeleya Jinan SELÎS bû. Komeleya ku hatibû mohrkirin duh êvarê ji aliyê polîsan ve lêgerîn lê hat kirin.
Her wiha sedema lêgerîna SELÎS a ji aliyê polîsan ve nehat zanîn.