Şîlan Kobanê li Til Temirê hat bibîr anîn

13:30

JINHA

TIL TEMIR - PYD'ê bi rasthatina 13'mîn salvegera qetilkirina Rêvebera PYD'ê û Endama Lijneya Rêveberiyê ya KONGRA-GEL Şîlan Kobanê û Zekeriya Îbrahîm, Hîkmet Tokmak, Hacî Cumalî, Nebû Alî civînek pêk anî.

Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi boneya nêzbûna 13'mîn salvegera qetilkirina Rêvebera PYD û Endama Lijneya Rêveberiyê ya KONGRA-GEL Meysa Bakî (Şîlan Kobanê) ligel hevalên xwe Zekerya Îbrahîm (Zekerya Toros), Endamê Koordînasyonê yê PYD'ê Hîkmet Tokmak (Fuat) û endamên PYD'ê Haci Cumalî (Cîwan Kobanî) û Nebû Alî (Cemîl Kobanî) civînek li Navenda Saziya Malbatên Şehîdan ya bajarê Til Temirê pêk anî. Civîn bi beşdariya endamên PYD'ê û bi dehan welatî pêk hat.

Di civînê de li ser navê PYD'ê Nebî Kûtê diyar kir ku têkoşer Şîlan û hevalên wê bi aweyek hovane hatin qetilkirin û wiha got: "Bi berdêlên giran gelê kurd serkeftinên mezin li Rojava bi dest xist. Bêguman ev yek bi saya kedê şehîdan pêk hat. Bi taybet jina kurd pêşengtiya van serkeftinan dike, şehîd felsefeya jiyanê ne. Heya dawî li ser esasê avakirina civakek azad ew ê têkoşîna me bidome û em ê şopdarê riyê şehîdên xwe bin."

Li ser navê Kongra Star Alya Oglo jî wiha axivî: "Şehîd rêberê têkoşîna me ne, ew hevalên destpêkê di avakirina PYD'ê cihê xwe girtine û ew pêşeroja jiyana azad in. Em wek jinên Rojava soz didin ku em riya şehîdên mîna Şîlan, Bêrîtan û Arînan bişopînin." Her wiha li ser navê Saziya Malbatê Şehîdan Mihemed Tahir jî li vir axivî û Şîlan Kobanê bibîr anî.

Di dawiya civînê de belgefîlmek li ser jiyana têkoşer Şîlan Kobanê û 4 hevalên wê hate pêşkêşkirin û bi dirûşmeya "Şehîd Namir in" bi dawî bû.