Gorên jinan hatin ziyaretkirin

14:38

JINHA

AMED - Li Amedê çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê berdewam dikn di çarçoveya van çalakiyan de Navenda Jinan a Ekîn Cerenê gorên jinên ku hatin qetilkirin û li goristana bêkesan hatin definkirin ziyaret kir.

Navenda Jinan a Ekîn Cerenê di çarçoveya çalakiyên 25'ê mijdarê roja têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinan re a Navneteweyî gorên jinên ku hatin qetilkirin û li goristana bêkesan a li yenî koyê hatin definkirin ziyaret kir. Jinên ku goristan ziyaret kirin tovê gulan û gul li ser goristanan çandin. Her wiha jinan piştî ziyaretkirina goristanan daxuyanî dan û wiha gotin: "Em ê li dijî şîdta li ser jinan her qadan bin û li ber xwe bidin."

Beden hatine teşîrkirin

Gulna Yelkav ya ku daxuyanî xwend wiha got: "Em jinên ku li dijî şîdeta li ser jinan li ber xwe didin, baş dizanin ku dîroka şîdetê kevnar e û di dîrokê de jinan her li dijî şîdetê li ber xwe dane. Jinên ku li ser vê erdîngariyê li dijî şîdeta mêr li ber xwe dane wekî xwişkên Mîrabel bi awayê hovane hatine qetilkirin û bedena wan hatiye teşîrkirin."

'Em ê destûrê nedin'

Gulan diyar kir ku hema çi bigire her roj jinek tê qetilkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di hefteya 25'ê Mijdarê de dewleta tirk pêşnûmeya ku rê li ber êrîşên zayendî yên li dijî zarokan vedike anî meclisê. Kesên ku ev biryar dan bila bizanibin ku em ê rê nedin sererastikirinên bi vî awayî."