Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk êrîşên dewleta tirk şermezar kir

16:27

JINHA

TILTEMIR/AMÛDÊ- Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) li bajarê Amûdê û Til Temir ji bo şermezarkirina êrîşên li ser bajarê Minbicê, daxuyaniyanî dan.

Li bajarê Til Temir û Amûdê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk daxuyaniyî dan. Daxuyaniya bajarê Til Temir li Peymangeha Şehîd Jiyan ji aliyê mamosteya ziman Sozdar Dawê ve hate xwendin û wiha hat gotin: "Bi navê KPC-Demokratîk a bajarê Til Temir em êrîşên li ser bajarê Minbicê û hovîtiya dewleta tirk û hevalbendên wê bi tundî şermezar dikin. Tirkiyê sivîlan topbaran dike û nirxên mirovahiyê binpê dike. Ji ber vê yekê em bang li dewletên navneteweyî û saziyên parastina mafê mirovan dikin ku li hember vê hovîtiyê helwestên xwe diyar bikin û mafên mirovan biparêzin. Em weke KPC-Demokratîk piştgiriya berxwedana Minbic û Efrînê dikin û ji bo bidestxistina azadiya wan, em amade ne."

Li bajarê Amûdê jî bi heman mebestê daxuyanî ji aliyê mamoste Cîhan hemê ve hat xwendin. Cîhanê diyar kir ku ew êrîşên dewleta tirk ya li ser bajarê Mİnbicê bi tundî şermezar dikin û wiha hat gotin: "Destdirêjiya hikûmeta AKP'ê li ser bajar û bajarokên rojava û bakûrê Kurdistanê diyar dikin ku dewleta tirk ya faşîst dûrî demokrasiyê ye. Êrîşên dewleta tirk bê hêzbûna wê diyar dike. Lewre berê xwe dide kesên sivîl û êrîşî wan dike. Em bêdengiya neteweyî ya li hember van êrîşan şermezar dikin û daxwaza helwesteke erênî dikin. Wê ticaran ev plana Tirkiyê bi ser nekeve. Wê vîna gel bi saya felsefeya Rêber Apo bi ser bikeve."

Daxuyanî bi dirûşmeyên"Bijî berxwedana Minbicê","Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî Rêber Apo" û "Bijî biratiya gelan" bi dawî bûn.