Komxebata jinan bi coşeke mezin dewam dike

16:48

JINHA

RIMÊLAN- Komxebata jinan ya 25'ê Mijdarê, Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê li Navenda Aram Tîgran ya bajarê Rimêlan destpêkiribû bi nîqaşên berfireh dewam dike.

Li Navenda Çand û Huner ya Aram Tîgran ya bajarê Rimêlan ya Kantona Cizîrê komxebata jinan ya 25'ê Mijdarê, Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê dewam dike. Komxebat bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Starê û Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser bi dirûşmeya "Tûndiya li ser jinê kuştina nirxên civakê ye, em nirxên xwe biparêzin" bi tevlîbûna 600 delegeyên jin ya Kantonên Kobanê, Efrîn, Cizîr, Şamê û herwiha bajarê rizgarkirî Minbic û Girê Spî, jinên êzidî, ereb, sûryan, aşur bi nîqaşên girîng didome. Salona komxebatê bi posterên têkoşerên jin, herwiha xwîşkên Mîrabel hatiye xemilandin.

Di destpêka komxebatê de Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Henîfe Hisên axivî. Henîfeyê di serî de têkoşerên jin ên li eniyên şer, şervanên YPJ'ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku li beramberî êrîşên dewleta Tirkiyê li ber xwe dide, silav kir. Henîfeyê di dewamê de rastiya civakî û dîrokî ya jinê anî ziman û behsa enerjiya herikbar a jinê ku jiyanê dixuliqîne kir û wiha domand: "Jinbûn herikîna jiyanê îfade dike. Ev jî herikîna civakê ye. Edaleta jinê pir li pêş e û têkoşîna jinê xelekên girîng ên azadiyê ne." Henîfeyê girîngiya Malbata Demokratîk jî anî ziman û bi lêv kir ku jin dê hem li qadên xwe yên azad, hem jî di nav malbatê de vê jiyana azad û guhertina mêr pêk bîne.

Di berdewama komxebatê de peyamên KJK'ê û rêxistinên jinan bi zimanê erebî hatin xwendin. Paşê Seroka Desteya Jinê Emîne Omer, Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed, Cîgira Hevseroka Meclîsa Cîbicîkar Şamîram Şemûn, Fermandara YPJ'ê Rosyar Efrîn, Cemîle Kako û Hîfo Murad wek jinên Êzidî û Sûryan ji bo dîwanê hatin hilbijartin û axaftin kirin.

Şemîram Şemûn di nirxandina xwe de rastiya şîdeta li ser jinê wiha reva kir: "Her mirovek xwedî mafê jiyanê ye. Jin jî beşeke girîng ya vê civakê ye." Şamîram têkoşîna xwîşkên Mîrabel jî nirxand û bi berfirehî têkoşîna wan anî ziman.

Komxebat bi tevlîbûna jinan dewam dike.