A. ya rastî şîdeta hevjînê xwe hat divê bê parastin

10:34

JINHA

MÊRDÎN – A. ya ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdeta sîstematîk hat ji bo ji şîdetê xwe xilas bike 3 caran hewl da întîxar bike. A. ya ji ber zextên hevjînê xwe nekare derkeve derve, dixwaze ji şîdetê xilas bibe.

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şîdeta li Dijî Jinê nêz dibe û jin li dijî şîdeta mêr xwe amade dikin dakevin qadan. Li Mêrdînê di 6 mehên dawî de 8 jin hatin qetilkirin û 150 jinî jî ji ber şîdetê serî li rayedaran da. Kujerên du jinan hat tespîtkirin. Yên 6 hebên din hîna nehatine girtin. Maîde, Zozan, Naîde, Nurşen, Şehrîban, Nadîre, Sultan, Ayşe û Ayten tê îdia kirin ku întîxar kirine. Di mirina hemûyan de delîlan nîşan da ku ne întîxare.

Yek ji jinên ku rastî şîdeta hevjînê xwe tê A. ye. A ev 9 sale ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdetê tê û wiha got: “Ez êdî nekarim berxwe bidim. Min sê caran hewl da întîxar bikim.”

Gefa ‘Ezê bi rûmeta te bilîzim’

A. destnîşan kir ku ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdet, êrîşa zayendî û gefan tê û ev tişt anîn ziman: “Min berê jî serî li saziyên jinan da. Ez sê mehan di stargehê de mam. Ji aliyê hevjîn û malbata xwe ve bi zorê hatim derxistin. Ez hêjî şîdetê dibînim. 5 zarokên min hene. Du zarokên min tenduristiya wan ne başe. Ez nekarim li wan binêrim. Lê ez nekarim li ber vê şîdetê berxwe bidim. Li her derê beden amin şopa derban heye. Vê sibehê jî hevjînê min serê min li dîwaran xist. Her tim min tehdîd dike. Dibêje ‘ezê bi rûmeta te bilîzim.’”

A. di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew xwe bê hêz dibîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min doza destberdanê vekir. Malbata min piştgirî neda min. Ji ber vê neçar mam vekişînim. Ne tenê hevjînê min malbata wî jî şîdetê li telefona min kontrol dike. Kesên li min digere kontrol dike. Nûmareyên digere lêkolîn dike. Ez we wek hepsî hîs dikim.”