Li gelê Sûrê gefa ‘wê dor bê vir jî’

10:35

JINHA

AMED – Di meha Adarê de ji bo Sûrê biryara ‘cemawerîkirina lezgîn’ hat dayîn û ji sedî 82 hat cemawerîkirin. 4 taxên Sûrê hatin tinekirin. Kesên li taxên din yên Sûrê dijîn diyar kirin ku polîsan gefa ‘piştî ev tax bê hilwşandin wê dor bê we’ li wan xwariye.

Qedexeya derketina derve hîna li 4 taxên Sûrê didome. tevî k udi 9’ê Adarê de dewletê got operasyon bi dawî bûne jî taxên Savaç, Fatîhpaşa, Hasirli û Cemal Yilmaz qedexe didome û tax bi mehane bi kelepçeyan tê hilweşandin. Ji sedî 82’yê Sûrê hat cemawerîkirin.

Ji meha qanûnê û vir de bi sedan kes ji ber dorpêçê çûn taxên din bi cih bûn. Lê vê carê jî çav berdan malên wan. Bi taybet li Dobanoglu û Cevap Paşa polîsan gefa ‘Ev der êdî ya dewletê ye, me hundir qedan dor tê vir. Demildet vir vala bikin’ kirine.

‘Emê ji malên xwe dernekevin’

Gelê taxê da zanîn ku rastî tehdîdan hatine û wiha got: “Em carekê ji malên xwe derketin û êdî dernakevin. Bila bên xaniyên me bi serê me de hilweşînin. Kes nekare ji vir şûnde me bitirsîne. Em dest ji malên xwe bernadin.”