Jin wê di 25’ê Mijdarê de li taxa bin
10:35
JINHA
AMED – Bi pêşengiya TJA’yê wê li Amedê meşa 25’ê Mijdarê pêk bê. Xebatkarên Navenda Jinan a Roza wiha gotin: “Jinên ji bav, hevjîn û kurê xwe şîdetê dibînin ji bo ku ji kefenê ku ji bo wan hatiye dirûn bêjin ‘na’ wê li qada bin.
Di 25’ê Mijdarê de wê TJA û saziyên jinan li qada bin. Jin wê li parka Koşuyolu a Amedê bên cem hev, daxuyaniyê bikin û piştre bimeşin. Xebatkara Navenda Jinan a Roza Gulîşe Demîr ew li dijî qanûn, polîsa û şîdetê wê dakevin qadan.
‘Em ji bo hunandina rihê piştevaniyê wê li qada bin’
Gulîşe axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di 25’ê Mijdarê de emê li dijî pergala mêr û dewletê li qada bin.Em jinên di dema serdema navîn de wek pîrebok hatin şewitandin, di demên paşverû û mêtînger de wek ganîmeta şer hatin dîlgirtin, wek kole hatin firotin wê hesab bipirsin.”
Gulîşe anî ziman ku balkişand ser pêşnûme qanûna îstîsmara zayendî ya hat meclîsê û ji ber bertekên jinan hat vekişandin û da zanîn ku ew di rojên ku sûcên li dijî jinê tê teşwîqkirinê de ne, ji ber vê wê li kampan bin.
Gulîşe wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek Navenda Jnan a Roja ya Şaredariya Yenîşehîrê seranserê hefteyê bi jinan re hatin cem hev û me xebata li dijî şîdetê meşand. Em di 18’ê Mijdarê de li Fîskayayê bi jinan re hatin cem hev. Me li wir fîlmek li gor wateya 25’ê Mijdarê temaşe kir. Di 24’ê Mijdarê de jî emê li kampa Êzidiyan bi jinan re bên cem hev.”