Delegeyên komxebatê: Li derdora rêxistina jinê kombûneke mezin heye
11:06
JINHA
RIMÊLAN - Bi tevlîbûna 600 delege duh li bajarê Rimêlanê di çerçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de komxebata jinan dest pê kir û bi nîqaşên berfireh bi dawî bû. Jinên ku tevlî komxebatê bûne nêrînên xwe bi mera parve kir.
Endama Navenda Jîneolojî Sûsen Mihemed ya ku tevlî komxebata jinan bûye diyar kir ku jineolojî wek xebatek girîng ji bo azadiyê ye û wiha got: "Jin û jiyan bi hev re di yek wateyê de ne."Seroka Kongreya Star Evîn Swêd jî qala girîngiya jin di nava şoreşê de kir û wiha axivî: "Di şoreşa me de ji bo pêşiya şîdetê were girtin, hemû sazî û dezgeh bi hişyarî tev digerin. Lê di heman demê de pêdivî heye ku hîna bêtir em xwe birêxistin bikin."
Hevseroka Meclîsa Zagonsaz ya Kantona Cizîrê Nezîre Gewriye jî mijara Hevserokatî nirxand û anî ziman ku, tecrûbeyên rêxistin û saziyên Rojava bi pêşengiya jinan di nava xebat û rêveberiyê de encamek bi hêz derxist holê.
Emîne Xidro diyar kir ku ew ji herêma Şehbayê ye û got ew bi xwe turkmene û wiha got: "Me wek jinên El Şehba ji ber êrîşên çeteyan zoriyên pir mezin dîtin. Li herêma me komkujiyên mezin, herî zêde jî şîdeteke pir giran li ser jinê pêk hat. Niha jî dewleta Tirkiyê bi alîkariya çeteyan êrîşa herêma me dike. Ez jî hatim vê komxebatê ku êşên gelê me bînim ziman. Me çi jiyaye, bila jinên kurd, sûryan û ereb jî bizanin û em hevbeş çareyan biafirin."
Endama Meclîsa Sivîl ya Minbicê Zeyneb Qember jî wiha got: "Armanca tevlîbûna komxebatê gotûbêjkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bû. Ez ji Minbicê me, bajarê ku ji destpêka şoreşê heya niha jin bi tund û tûjiyê re rûbirû ma, bi taybet di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de jin rastî her cûre tundiyan hatin. Lewre em pir zêde tiyê azadiyê ne. Ne tenê di warê fîzîkî de, di warê civakî, derûnî, siyasî û hwd. de jî şîdeteke pir mezin me dît. Niha jî jinên Minbicê tirsê dijîn. Bi taybet êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Minbicê, xeteriyeke din a li ser jinên Minbicê ye. Di encama êrîşê çeteyan de gelek jin û zarok jiyana xwe ji dest dan. Di komxebatê de me êşa jinan parve kir. Li vir jî me dît ku li derdora rêxistina jinê kombûneke mezin heye. Jina dixwaze azad bibe, li derdora rêxistina xwe kom dibe. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan birêxistinbûn pir girîng e. Ji ber vê banga yekbûnê li jinan dikim."
Endama Komeleya Sivîl ya Kedê Xada Ehmed jî wiha got: "Ez pir kêfxweş bûm ku ji vê komxebatê re hatim vexwendin. Ev firsendeke pir xweş e ku bi jinên ji pêkhateyên cuda re hevdîtin çêdikim. Ev ezmûneke pir serkeftî ye ku xeyala me bû. Zemanek bû ku jin bixwe mafên xwe distîne û baş dinirxîne. Ez kêfxweş im ku rêveberî tenê di bin yekdestiya zilam de nîne. Jinan hertim di asta pêşengtiyê de girtiye. Niha li vir jî nifşê ku difikire û cihê xwe di nav tevahiya xebatan de digire. Jinê nîşan da ku dikare pêşengtî ji pêşerojê re jî bike. Me li vir hîs kir ku têkoşîna jinê yek e, ezmûna vir ya serkeftî ya ji pêkhateyên sûryan, kurd, ereb û hwd. ji bo me mînakek e."
Jina êzidî ya ji Şengalê Hîvo Murad jî ku di komkujiya Şengalê ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatibû girtin wiha got: "Em wek jin li vir kom bûn ku nîqaş li ser rewşa xwe bikin. Ez jî di destên DAIŞ'ê de girtî mam. Min êrîşên çeteyan li ser jin û zarokan dît. Em wek jinên êzidî êdî destûr nadin ku komkujiyan li ser me pêk bînin. Em ê xwe bi hêza YBŞ û YJŞ biparêzin."