ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2016'AN
08:00
*Ji bo yurda xwendekarên jin yên li Zanîngeha Dîcleyê dixwînin ‘rehberên manewî’ hatin tayînkirin. Xwendekaran diyar kirku heta îro ti pirsgirêk nehatine çareserkirin û wiha berdewam kirin: “Ji xwe re naxwaze em bêjin rehber dixwaze emê jin xwişk.Em nizanin ev ji kîjan zîhniyetê tê. Ji ber wê em wan li yurdên xe naxwazin.”
*A. ya ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdeta sîstematîk hat ji bo ji şîdetê xwe xilas bike 3 caran hewl da întîxar bike. A. ya ji ber zextên hevjînê xwe nekare derkeve derve, dixwaze ji şîdetê xilas bibe.
*Di meha Adarê de ji bo Sûrê biryara ‘cemawerîkirina lezgîn’ hat dayîn û ji sedî 82 hat cemawerîkirin. 4 taxên Sûrê hatin tinekirin. Kesên li taxên din yên Sûrê dijîn diyar kirin ku polîsan gefa ‘piştî ev tax bê hilwşandin wê dor bê we’ li wan xwariye.
*Bi pêşengiya TJA’yê wê li Amedê meşa 25’ê Mijdarê pêk bê. Xebatkarên Navenda Jinan a Roza wiha gotin: “Jinên ji bav, hevjîn û kurê xwe şîdetê dibînin ji bo ku ji kefenê ku ji bo wan hatiye dirûn bêjin ‘na’ wê li qada bin.
*Psîkolog Tugba Şen diyar kir ku şîdeta mêr ji pergala serdest ya mêr xwedî dibe û got ji bo şîdet bi dawî bibe divê li her derê li şûna rolên zayenda civakî, civakek wekhev bê gîhandin.