Jinên ereb piştgiriyê didin pêngava 'Xezeba Firatê'
11:13
JINHA
HESEKÊ- Jinên bajarê Hesekê yên ereb piştgiriya xwe ya ligel pêngava 'Xezeba Firatê' anîn ziman û wiha gotin: "Rizgarkirina bajarê Reqayê pêngavek sereke. Bi rizgarbûna Reqayê re ew ê çeteyên DAIŞ û çeteyên alîgir têk biçin."
Pêngava 'Xezeba Firatê' ku di 5'ê mijdarê de bi pêşengiya QSD'ê hatibû destpêkirin rastî piştgiryek mezin tê. Gelê ereb jî di nav de piştgiriya xwe ji vê pêngavê re bi awayên curbecur nîşan didin. Têkildarê mijarê jinên ereb ên bajarê Hesekê nêrînên xwe parvekirin.
Endama Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Şehîra Dahir dest nîşan kir ku ew piştgiriyê didin pêngava 'Xezeba Firatê' û wiha got: "Em pêngava 'Xezeba Firatê' giring dibînin, hemû pêkhateyên Sûriyê tevlî bûne û şervan bi serkeftinên mezin pêşve diçin. Gele gundewarên Reqayê hatin rizgarkirin, em bi van pêşketinan pir kêfxweşin. Ji ber ku ev pêşketin wê bibe sedema tunebûna çeteyên DAIŞ'ê û şikandina hêza dewleta tirk."
'Bi rizgarkirina Reqayê wê jin jî azad bibe'
Endama Rêveberiya Kedkaran Nefle Hesen jî bal kişand ser giringiya rola jinê di pêngava 'Xezeba Firatê' de û wiha axivî: 'Her kes dizane ku pêngava 'Xezeba Firatê' bi fermandariya jinê tê meşandin. Ev hemle bi armanca rizgarkirina şêniyên Reqayê bi taybet jinan ji çeteyên DAIŞ‘ê hate destpêkirin. Jin rastî îşkence û tecawizê hat, her wiha ji hemû mafên xwe bêpar ma. Lewma rola jinê di vê pêngavê de pir girîng e. Tenê ew dikarin jinên Reqayê rizgar bikin û mafên wan vegerîne. Bi rizgarkirina Reqayê wê jin jî azad bibe."