Cenazeyê Sabîha Uçoş li nexweşxaneyê tê rawestandin
11:17
JINHA
AMED – Cenazeyê xwendekara Zanîngeha Şirnexê Sabîha Uçoş ya ku li kolana Baglarê hat qetilkirin nadin malbata wê û li nexweşxaneyê radiwestînin.
Cenazeyê xwendekara Zanîngeha Şirnexê Sabîha Uçoş ya ku di 22’yê mijdarê de li Kolana Karanfîlê ya Îskanevleriya Baglara Amedê li kolanê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargila Amedê tê rawestandin. Lê rayedarên nexweşxaneyê berî bi rojekê diyar kiribûn ku karê otopsiyê yê cenaze qediyaye û cenaze radestî malbatê hatiye kirin. Lê malbata Sabîhayê ya ku ji Wanê hat Amedê aşkera kir ku ligel wan nimûneyê DNA’yê dane jî hêj wan cenazeyê keça xwe negirtine.