ITUC girtina KJA'yê ya ji aliyê dewletê ve şermezar kir

11:43

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC) girtina KJA'yê şermezar kir û peyama piştgiriyê da.

Piştgiriya Sendîkayên Navneteweyî a bi Kongra Jinên Azad (KJA) ya ku bi biryara OHAL''ê ya bi navê Biryar Nameya Hukmê Qanûnê(KHK) di serî de xebatên wê hatin rawestandin û piştre jî hat girtin berdewam dike. Sekreterê Giştî ya Sendîkaya Navneteweyî a herî mezin (ITUC) Shran Burow, girtina KJA'yê û ya saziyên sivîl yên din şermezar kir û peyama piştgiriyê da.

Di peyama Sharan Burrow bi riya peyama xwe destnîşan kir ku ITUC azadiya xweîfadekirin û azadiya ramanê diparêze û wiha berdewam kir: "Em bi vê peyama xwe piştgiriya xwe ya bi têkoşîna we re tînin ziman û dibêjin ku em û endamên xwe dibêjin ku astengkirina hikûmeta tirk a Kongra Jinên Azad (KJA) Şermezar dikin û piştgiriya xwe nîşan didin."