Li Kurdistnê di salekê de 94 jin hatine kuştin
15:02
AMED - Komîsyona jinan a ÎHD' ê ya Amedê bîlançoya qetilkirina jinan a salekê ya li bakurê Kurdistanê aşkera kir. Gulîstan Yalçindag diyar kir ku di nava salekê de li bakurê Kurdistanê 94 jinan ji ber êrîşên hêzên dewletê û şîdeta mêr ya ku li ser jinan dimeşîne jiyana xwe ji dest dane. Her wiha Gulîstan diyar kir ku li aliyekî din jî herî kêm 39 jin ji ber ku ji ber şîdetê birîndar bûne serî li rayedaran dane û 26 jin jî di binçavan û li girtîgehan bişîdetê re rûbirû mane.
Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) rapora salekê ya li herêmê a li ser jinan aşkera kir. Rapor ji aliyê Komîsyona Jinan a ÎHD'ê ve li salona ÎHD'ê bi civîna çapemeniyê hat şakerakirin. Edama Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Gulîstan Yalçindag ya ku rapor aşkera kir diyar kir ku li hemû derên cîhanê jin ji ber jinbûna xwe rastî şîdetê tên û wiha berdewam kir: " Jin bi hevkariya malbat û dewletê din ava dîwaren de tên hepiskirin, têkiliya wan ya bi der ve re tê qutkirin û bi polîtîkayên cudakariyê re rûbirû dimînin. Ji ber vê jî jinan di tevahiya dîrokê de ji bo ku mafên xwe bi dest bixin li ber xwe dane."
Gulîstan piştî axaftinê bîlançoya salekê ya binpêkirina mafên jinan aşkera kir û wiha berdewam kir: "94 jin ji ber şîdeta hêzên dewletê û ya mêr di navber 25'ê Mijdara 2015'an û ya 2016'an de jiyana xwe ji dest dane. Herî kêm 39 jin jî ber şîdeta ku li dijî wan hatiye kirin birîndar bûne û serî li rayedaran dane. Her wiha herî kêm 26 jin di binê çavan û li girtîgehan ji ber şîdeta hêzên dewletê bi muameleya xirab û şîdetê re rûbirû mane."