Ji jinên girtî re ji bo 25'ê Mijdarê kart hatin şandin
16:09
JINHA
EDENE - Li Edeneyê ji bo jinên girtî bi minasebeta 25'ê Mijdarê ji aliyê Endamên Meclsa HDK û ya HDP''ê ve kart hatin şandin.
- Li Edeneyê ji bo jinên girtî bi minasebeta 25'ê Mijdarê ji aliyê Endamên Meclsa HDK û ya HDP''ê ve JI Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksek dag û jinên din ên girtî re kart hatin şandin. Jinên ku li ber Postexaneya Edeneyê hatin gel hev daxuyanî dan
Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Jinan a HDK'ê Fîruze Gumuş ve hat xwendin û wiha hat gotin: " Ji bo ku em piştevaniya Heserok, hevşaredar û jinên gitî yên siyasî ku rehîne hatine girtin bikin û bibêjin ku em li cem we ne em van katran dişînin. Em ji hişmendiya ku îradeya me rehîne girtine û li dijî hemû jinan şîdetê pêk tînin re dibêjin ku em ê ji têkoşîna xwe gavê paşve neavêjin."
Piştî daxuyaniyê kart hatin şandin.