Qayûm 3'ê jin ji kar avêtin
16:44
ÊLIH - Qayum li Êlihê dest bi derxistna karkerên ji kar kir. Qeyûm 8 kesên ku di nav wande 3 jin jî hene ji kar avêtin.
Di 11'ê îlonê de bi biryara KHK'ê qayûm tayinî şaredariya DBP'ê ya Êlihê hat kirin û şaredarî ji aliyê hêzên dewletê ve hat dagirkirin. Piştî ku Alikarê Waliya Êlihê Şefket Ertûg Aksoy wek qayûm kete şûna hevşaredarên ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin, pêl bi pêl karkeran ji xebatên şaredariyê tên durxistin.
Qayûm karkerên ku di nav wan de 3'ê jinên bi navê Necla Bazan Degirmencî, Canan Baran û Nefîse Akil Naşîmî jî heyî 8 kes bi xala 49'an ji kar hatin derxistin. Xebatkarên ku tu agahiya ji kar derxistinê ji wan re neçûbû, dema çûn ser karên xwe destûr nedan ku bikevin şaredariyê.
Hejayî gotinê ye ku qayûm Şefket çend roj berê jî daxuyanî dabû ku di rojava wan de derxistina xebatkaran tune ye.