Jinên Kobanê bi boneya 25'ê Mijdarê daketin qadê
08:38
KOBANÊ - Bi boneya 25”ê Mijdarê di pêşengiya Rêxistina Kongra Star li Kantona Kobanê meşek girseyî ji Qada Jina Azad heya Qada Aştî pêk hat.
Di çerçoveya rêzeçalakiyên 5 Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, di pêşengiya Rêxistina Kongra Star ya Kantona Kobanê meşek girseyî hat li dar xistin. Di meşê de panqertên "Tolhildan li hember şîdetê xwe rêxistinkirine", "Parastina cewherî parastina jin û jiyanê ye" û "Bê jin jiyan nabe" ligel alên Kongra Star, TEV-DEM, YPJ/YPG û wêneyên jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Leyla Soylemez û Fîdan Dogan hatin rakirin. Di meşa girseyî de jinên bajarê Minbic, Girê Spî, şervanên YPJ'ê û HPC-JIN amede bûn. Di mmeşa ku ji Qada Jina Azad heya Qada Aştî dewam kiriye de li ser navê Rêxistina Kongra Star Sara Xelîl diyar kir ku, ji ber jin li hember tundiyê serî hildide tê qetilkirin û wiha got: "Li hember bê mafiyê hersê xwişkên Mêrebal serî hildan ji aliyê pergalê ve rastî êrîşek mezin hatin. Her wiha li Parîsê sê jinên şoreşger bi aweyek hovane ji ber parastina doza gelê xwe hatin qetilkirin. Ekin Wan ji aliyê dewleta tirk ve hat qetilkirin û bedana wê li ber çavê her kes teşhir kir."
Sarayê bi lêv kir ku divê li hember zilm û hovîtiyê ti car jin dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin û wiha domand: "Divê jin li her qadê jiyanê hesabê tundiyê û hovitiya tê kirin bixwazin. Bi qetilkirin, tundî û êrîşan ew ê vîna jinan neyê şikandin. Jina kurd êdî xwe naskiriye, ji ber vê tu hêz ew ê nekaribe vîna jina kurd têk bibe. Ji bo azadiyê divê jin asta têkoşînê bilind bike."
Di dawiya de jî li ser navê Meclîsa Minbicê ya Sivîl Xunûs Receb jî wiha axivî: "Tevahî cureyên tundiyê em şermezar dikin."