ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2016'AN
09:00
*Endamên Asayîşa Jin bi boneya 25'ê Mijdarê banga têkoşîna hevpar li hember tundiyê kirin û gotin xwe divê tevahî jin parastina xwe ya cewherî pêk bîne.
*Hatun Yilmaz ev 10 sale karkeriya kaxizên bermayîn dike. Hatunê diyar kir ku ji bo birçî nemîne vî karî dike û ji bo 25’ê Mijdarê wiha bang li jinan dike: “Ez dixwazim jin xurt bin. Bila vala nemînin. Heta ji destê wan tê bila hêza xwe nîşan bidin.”
*Sporîsta ciwan Şîlan Yumlu bi spora tekvandoyê hem di qada sporê de kariyerê dike û hem jî xwe diparêze. Şîlanê bang li hemû jinan kir ku ‘parastina cewherî mafe’ û vexwendiyê sporê kir.
*Psîkolog Zeynep Beyazitê diyar kir ku Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn xebatên têkildarî hişmendîkirina jinê de berdewam dike û di vê salê de 105 jinên rastî şîdetê hatine serî li wan dane.
*Dengbêj Zeyno bi klamên xwe li dijî zilma mêr-dewletê berxwe dide.
*Hevseroka Meclîsa Damezirîner ya Sîstema Federal Demokratîk ya Rojava- Bakûrê Sûriyê Hedye Yûsif têkîldarê êrîşên dewleta tirk ya li hember bakûrê Sûriyeyê û bajarê Minbicê diyar kir ku Tirkiyê di zîhniyeta faşîzmê de bi îsrare û got ku, ew ê wek gel parastina xwe ya rawe pêk bînin.
*Navê Bîşengê ji bo Botanê wateya berxwedaneke mezine. Di 1992’an de Bîşeng Anik bi îşkenceyê hat qetilkirin û piştî vê navê zarokên keç yên hatin dinê Bîşeng hatin danîn. Bîşeng Îrmez ya k udi rêveberiyên xweser de destanek mezin nivîstî, berxwedana Bîşengê ya di 1992’an de li Şirnexê li dijî îşkenceyê nîşan da, wê jî li kolanên Şirnexê nîşan da.