Endamên Asayîşa Jinê li dijî tundiyê gotin: Parastina cewherî
09:10
HESEKÊ- Endamên Asayîşa Jin bi boneya 25'ê Mijdarê banga têkoşîna hevpar li hember tundiyê kirin û gotin xwe divê tevahî jin parastina xwe ya cewherî pêk bîne.
Bi wesîleyê 25'ê Mijdarê ku Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan e tê nasîn, endamên Asayîşa Jin ya bajarê Hesekê nirxandin kirin. Endama Asayîşê ya beşa lêkolînê Edla Ebdullqadir diyar kir ku tundî xwedî dîrokek dirêje û got ku gelek cureyên şîdetê li hember jinan tê pêk anîn. Mînak çîroka jinên ku di kargehê de kar dikirin û ji bo mafê xwe li dijî zilam ê xwediyê kargehê derketin. Lê xwediyê kargehê xwesteka wan pêk nenî, her wiha kargeh tevî jinên kedkar ên tê şewitand. Bi êrîş û îşkencê mêr hewl dide têkoşîna jinan ya ji bo mafê azadiyê bide rewastandin. Divê jin xwedî vîn be û hêza xwe ya hundirîn derxe. Jinê xwe di her qadên şoreşa Rojava de da îsbatkirin, êdî em dibêjin bes e ji serdestiya mêrê desthilatdar."
'Me bi saya Rêber Apo rastiya xwe nas kir'
Endama Asayîşa Jinê Klodya Ehmed jî şîdeta li ser jinê şermezar kir û wiha got: "Jin ji ber tundiya fizîkî, derûnî û civakî ji gelek mafên xwe yên jiyanê bêy par hatibû hêştin. Niha bi saya felsefeya Rêber Apo jinê rêya azadiya xwe nas kir û niha di gelek qadan de cihê xwe digire û li dîroka xwe xwedî derdikeve. Rêber Apo ji bo vê rastiyê jî niha di Greva Îmraliyê tê ragirtin. Bi saya Rêbertî şoreşa Rojava jî xwe weke şoreşa jinê pênase kir."
'Em ê xwedî li dîrokê derkevin'
Hilwa Ebd-ElEzîz jî destnîşan kir ku, jin di civakê de xwedî roleke giring e û wiha axivî: "Di encama serdertiya mêr de jin ji gelek mafên xwe bêpar ma, tenê jin di çarçoveya ku zarokan xwedî bike de hiştin. Lê bi saya Rêber Apo em îro rastî û dîroka xwe fam dikin. Ji bo wê êdî em ê xwedî li vê dîrokê derkevin û mafê xwe biparêzin. Li dijî tevahî êrîş û tundi divê jin li her qadê parastina xwe ya cewherî esas bigrin."