Berxwedana bi navê Bîşengê berdewam dike…
09:22
ŞIRNEX - Navê Bîşengê ji bo Botanê wateya berxwedaneke mezine. Di 1992’an de Bîşeng Anik bi îşkenceyê hat qetilkirin û piştî vê navê zarokên keç yên hatin dinê Bîşeng hatin danîn. Bîşeng Îrmez ya k udi rêveberiyên xweser de destanek mezin nivîstî, berxwedana Bîşengê ya di 1992’an de li Şirnexê li dijî îşkenceyê nîşan da, wê jî li kolanên Şirnexê nîşan da.
Jinek ciwan ya 16 salî li kolanên Şirnexê kolan bi kolan geriya û xebatên partiyê meşand. Navê wê Bîşeng Anik e. Wê demê xebatên jinan ji aliyê civakê ve hema wisa nedihat qebûlkirin. Lê wê bi înat xebatên xwe meşand. Di 1992’an polîs rojekê tên malê û dibêjin ‘ Em xwendekaran lêpirsîn dikin. piştre jî serbest berdidin.’ û binçav dikin. piştî demekê ji dayika wê re dibêjin ‘were cenazeya keça xwe bigire.’ Li ser bedena wê şopên îşkenceyê hebûn. Lê bi israr dibêjin di bin çavan de întîxar kiriye.
Çîroka navê wê tê zanîn…
Bîşeng Anik ya di 1992’an de bi îşkenceyê tê qetilkirin, ji wê rojê şûnde dibe xwedavendek û di dilê keçên nû tê dinê tên bicihkirin. Çîroka wê nifş bi nifş tê vegotin. Jinên Botanê navê wê digirin û derbazî mewziyên berxwedanê dibin. Piştî berxwedana çîroka Bîşengê şûnde jinek din ya navê wê girtiye Bîşeng Îrmeze. Bîşeng di 1995’an de li Şirnexê tê dinê û bi navê ku digire jiyana xwe teşe dike. Cudahiyên Bîşengan jî heye. Gotinên wan yên yekemîn dibin dirûşme.
'Ez ji nûve vejiyam’
Yên Şirnexê dizanin ji xwe dizanin. Her çar aliyê wê bi çayan hatiye dorpêçkirin. Evîna Bîşengê ya ji bo çiyan ji vir dest pê dike. Destpêkê pirsgirêkên wê yên tenduristiyê jibo wê dibin asteng. Çavên wê baş nabînin û derman dibe. Piştî çavê wê baş dibîne şûnde dibêje ‘ Ez îro mirova herî kêfxweşim. Êdî çavê min baş dibînin. Ez wekê ku nû hatime dinê. Her alî dibînim.’ Piştî Bîşeng pirsgirêkên tenduristiyê çareser dike li Şirnexê tevlî berxwedana rêveberiyên xweser dibe.
‘Berxwe dibe serkeftinê, teslimiyet dibe îxanetê’
Ew jî wek pismamê xwe Bariş Atak k udi berxwedana rêveberiyên xweser de jiyana xwe ji dest da cihê xwe digire. Navê xwe jî dike Arjîn Cudî. Bi hevalên xwe re li kolanan destanek mezin dinivîse. Yên wê dibînin bi gotina ‘Berxwedan dibe serkeftinê, teslimiyet dibe îxanetê’ vedibêjin. Ev gotin dibe dirûşmeya Bîşengê.
Bîşenga rûken
Kesên Bîşengê nas dikin bi rûkenî têkoşînê vedibêjin. Destpêkê rûyê wê yê bi vedibêjin û wiha berdewam dikin: “Pir dikeniya. Ji bo her tiştî dikeniya. Piştî tevlî partiyê bû zêdetir rûken bû. ti car bêzar nedibû.
Bîşeng wê rojê li dijî îşkenceyê, îro li dijî hemû topan…
Ti car teslimiyetê nafikire. Bîşeng Anik di 1992’an de li dijî îşkenceyê berxwe dide. li dijî tank û topan dibe mertal. Di dema ku berxwedan berxwedam dikir de ava vexwarinê diqede. Bîşeng diçe aliyê din ku avê bîne. Di vê navberê de tê qetikirin. Hevalên wê bedena wê hembêz dikin û li taxa Îsmet Paşa defin dikin. malbata wê hîna jî xwe negîhandiye cenazeya wê. Li taxê hilweşîn bi kepçeyan didome.