TAJÊ: Rêxistinbûn têkoşîna herî mezin e

09:25


NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkîldarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê daxuyaniyek nivîskî weşand û bi wesîleya rojê banga rêxistinbûnê li tevahî jinan kir. TAJÊ got: "Îro roja têkoşîna şîddeta li hemberî jinê ye. Ev roj rojekî gelek watedar û wek jin rojekî ku em bikaribin bi dengek rabine ser xwe. Rojekî wisa de hemû jinên cihanê bi hevre li hember zihniyeta zilamsalar ya 5 hezar salan bê ku cudahiyên reng, ol û netewî mêzebikin têkoşîn dikin û em jî wek jinên êzidî parçeyekî vê têkoşînê ne. Ev ji bo me serbilindiyekî pir mezin e."

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî destnîşan kir ku şîdeta herî mezin ya sedsala 21'an terora çeteyên DAIŞ'ê yê li hember jinên êzidî pêk aniye û wiha berdewam kir: "Ev wahşeta ku em rûbirû man êşekî pir girin bû. Em dizanin hemu jinên têkoşînvan û xwedî zanebûna zayendî bi me re êşyan û ji bo ev şiddet têkbîçe bi me re têkoşîn kirin. Lê ev roj wek mîladek bû jî ji bo me jinên Êzîdî. Di wê rojê de me dît ku bê hêza jinê şîddeta li ser jinan nasekine. Ji bo vê jî wek gava yekemin me rêxistinbûna xwe esas girt. Me meclis û saziyên xwe yê jin avakir. Ji ber ku me dît ku ancax em bi siyasetek bi rengê jinê kirinê dikarin li pêşya polîtîkayên qirêj ya li heremê tê meşandin bisekinin."

TAJÊ di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku li hember pergala tundiyê wan hêza parastina cewherî Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) avakirine û wiha berdewam kir: "Bê parastin hebûn nabe. Wek jin em xwe neparêzin kes me naparêze. YJŞ'ê wek bersiva 74 fermanaye. Li hember êrîş û dîlgirtina jin û zarokên êzidî têkoşîna li dijî zîhnîyeta şîddetê dide. Herî dawî bi hemla 'Tolhildana Jinên Êzîdî peyamek pir mezin li giştî cihanê da. Ew jinên ku 3 Tebaxê diketin destê çeteyan, îro çeteyên hov xilas dikin. Ev hêz û moralekî pir mezin bû li pêşya 25'ê Mijdarê.

Em wek rêxistina jinên Êzîdî bang giştî jinên cihanê dikin ku werin em bi hevre li hemberî şîddeta mêr ya herî hov têkoşîn bikin. Em hemû jinên ku dildarê têkoşîna azadiyê ne vedîxwînin têkoşîna jinên Êzîdî ya ku li hemberî desthilatdarî û koledariyê li ber xwe dide.

Bi bone ya vê rojê em di serî de xwişkên Mîrabel û hemû jinên di encama şîddeta mêr de jiyana xwe ji dest dane û bi taybet tevahî jinên êzidî ya ku di van fermanên berhemên zihniyeta zilamsalar in bibîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Em soza bilind kirina têkoşîna li hemberî şîddeta li ser jinê didin û dibêjin têkoşîna herî mezin rêxistinbûn e."