Nebiye: Ew der ne saziya jinan e

11:07


ANKARA – Nebiye Merturk ya ku endama Halk Eviyê ye ji bo ku helwesa jinên AKP’ê hîn bibe ku çû Naveda Jinan a AKP’ê ya li Çankayayê ye û bi şîdeta mêr re rûbirû ma ji ber helwesa jinên AKP’î ya li dijî pêşnûmeya ku êrîşên zayendî li ser jinan ferz dike matmayî ma û got ku ew der ne saziyeke jinan e.

Nebiye Merturk ya ku endama Halk Eviyê ye ji bo ku helwesa jinên AKP’î ya li dijî pêşnûmeqanûna ku êrîşên zayendî rewa dike û êrşkaran diparêze ku ji ber ber nerazîbûnên jinan paşve hat kişandin hîn bibe çûbû Navenda Jinan a AKP’ê ya li Çankayaya Enqerê ye. Nebiyeya ku bi şîdeta mêrên AKP’î re rûbirû ma diyar kir ku ew der ne saziyeke jinan e û nikare mafên jinan biparêze.

Nexwest ku em helwesta wan hîn bibin

Nebiya diyar kir ku dema ev pêşnûmeqanûn ket rojevê di nava civakê de bû sedema nerazîbûnan û wiha berdewam kir: “ Li dijî pêşnûmeya ku di nava civakê de bû sedema nerazîbûnan û bi rojan van nerazîbûnan berdewam kir, ji aliyê navendên jinan ên AKP’ê ve tu daxuyanî nehat dayîn. Vê helwesta jinên AKP’ê gelek bala me kişand. Em jî jo bo ku helwesta jinên AKP’yî hîn bibin çûbûn wira.”

Nebiye destnîşan kir ku wan ji jinên AKP’î pirsa hûn derbarê vê pêşnûmeyê de çi difikirin jî pirsîne û ev tişt got: “ Dema em ketin derî li devê derî 2 polîsan em pêşwazî kirin. Me jî ji jina ewil ku em lê rast hatin pirsî ku bê ka ew der barê pêşnûmeyê de çi difikire. Lê jina ku me jê pirs pirsî bersiva me neda û dijberî wê du mêr hatin û ji bo me gotin ‘ werin bi me re biaxivin’ lê me ji wan re got ku em dixwazin bi jinan re biaxivin. Ji ber vê helwesta me êrîşî me kirin. Li dijî vê êrîşa mêran a li ser me bê helwestmayîna van jinan nîşanî me da ku ew der ne saziyeke jinan e.”