'Jin ne tenê 25'ê Mijdarê tevahî roj wê bike roja têkoşînê'

12:36


QAMIŞLO - Koordînasyona Kongra Star bi boneya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Koordînasyona Kongra Star bi boneya 25'ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, bi daxuyaniyek diyar kir ku roja 25'ê Mijdarê bi berdêlên giranbuha hatiye qezenckirin. Daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star wiha domkir: "Ev roj wek roja bilindkirina têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê ye. Di hemû aliyan de cihekî girîng di dîrokê û roja me de, digire. Sîstema desthilatdar a mêr bi hemû rêbazên tehekumê nêzî nirxên jina dayîk dibe, bi dek û dolab nêzî afrîneriyên jin-dayik bû. Zilam jî desthilatdariya xwe li ser nirxên pîroz ên jinê daye avakirin. Dîrokêkî tarî di keseyeta jinê de bi ser civakê ve hat, bê edelet, bê pîvanî, bê wekhevîtî û hwd. bû para civakê. Sîstema mêr heya roja me ya îro bi gelek rêbazan xwe daye meşandin, lê têkoşîna jinan li dijî vê sîstema bêedaletî ticarî ranewestiye ye."

Koordînasyonê destnîşan kir ku gelek jin bi têkoşîna xwe mohr li dîrokê xistine û wiha hat gotin: "Navê gelek jinên têkoşer nayê zanîn û di nava rûpelên dîrokê de wenda bûne. Li ser bingehê keda ewqas jinên têkoşer ku berdêlên mezin dane, jin gihiştiye asta zanistiya xwe rêvebirinê û meşandina têkoşîna ku dengê civakê sererast bike. Yanî heya niha civak wek mirovekî li ser lingekî bi rêve diçê û di ancamê de xwezaya civake ji holê rabibû. Bi têkoşîna her sê xwişkan, bi têkoşîna Kilarayan, bi têkoşîna Bêrîtan, Zîlan, Şîlan, Arîn û Sakîneyan, jin bi vîn û hêz bûye. Jina ku mafê wê hate binpêkirin û tenê bibû xizmetkara zilam, di dema niha de bûye hêza ku axa xwe û nirxên dayîkê ku her roj dihatin binpêkirin, diparêze. Têkoşîna ku îro li bakurê Kurdistanê li dijî hemû rêbazên qirêj ên dewleta tirk tên meşandin asta hêza jinê dide nîşandan, bi vê yekê diyar dibe ku tu hêz nikare pêşiya berxwedana jinê bigire. Bersiva herî bi wate Şehîd Sêve, Fatma û Akîn da kujerên jinan.

Di civaka Rojhilata Navîn de, jin rastî êrîşên hovane tê, bi taybet bi derketina DIAŞ'ê re hewl tê dayîn ku jinê tenê wek hebûnekî ku xizmeta mêr bike yan jî koletiya bê sînor bipejirîne, bihêlin. DAIŞ bi rêbazên xwe yên êrîşkar li ser jinê, weke kuştin, firotin, recimkirin û di malê de hepskirin hewl dide ku pergala xwe bi jinê bide qebûlkirin. Li dijî vê êrîşa hovane têkoşîna jinê di asta ku bibe bersiv heya di warê leşkerî de jî, bersivên tund dide. Jin gihiştiye asta zanistiya xweparastinê di warê hiqûqî û hemû warên din de. Jin ne tenê roja 25'ê mijdarê wek roja têkoşînê dibîne, hemû rojan jin li qadan têkoşîna xwe bi hêz didin meşandin û felsefeya Rêber Apğ a "jina azad civaka azad diafrîne", bi wê zanistiyê jin têdikoşe. Jin di vî warî de mohra xwe li dîrokê dixîne."