Jinên Efrînê 25'ê Mijdarê nîqaş dikin

13:11


EFRÎN - Di çerçoveya rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê li Efrinê bi tevlîbûna 300 delege konferans li dijî tundiya li ser jinê dest pê kir.

Li Kantona Efrînê bi pêşengiya Rêxistina Kongra Star, Desteya Jinê û Rêxistina Sarayê di çerçoveya rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, bi dirûşmeya "Şoreşa Rojava bersiva herî mezine li dijî tundiya li ser jinê" bi tevlîbûna 300 delegeyan konferans dest pê kir. Dİ konferansê de gelek mêvan ku mêr jî di nav de henin, endamên Rêxistina civaka Sivîl, jinên herêma Şehba, Şervanên YPJ'ê û endamên Asayîşa Jinê amede ne.
Jin bi cilên gelêrî cihê xwe di salona konferansê de girtin.

Konferans bi nîqaşên têkoşîna li dijî tundiya ser jinê didome.