‘Bila hemû jin li hemberî tundiyê li qadan li ber xwe bidin’

14:12


ÊLIH – Li Êlihê jinan bi minasebeta 25’ê Mîjdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Hemberî Jinê ya Cihanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku azadî bi têkoşinê tê û bila hemû jin li hemberî tundiyê li qadan li ber xwe bidin.

Endamên TJA’yê ya Êlihê bi minasebeta 25’ê mijdarê Roja Têkoşina li Hemberî Tundiya li ser Jine ya Cihanê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî bi tevlîbûna Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî û gelek jinan li avahiya DBP’ê pêk hat. Parlamenter Saadet Becerîklî di daxuyaniyê de diyar kir ku ji dîrokê heya niha tundiya li ser jinê berdewam dike û heya niha ji bo rawestandina tundiya li dijî jinê tu zagon nehatiye çêkirin.

‘AKP bi zagonan tecewîzkeran diparêze’

Saadet got ku li Tirkiye jî bi desthilatdariya AKP’ê tundî, tacîz û tecawîza li ser jinê her ku diçe zêdetir dibe û hişmendiya AKP’ê bi zagonan tacîzkeran diparêze û tecawîzê meşrû dike. Saadet bang li hemû jinan kir ku bila li hemberî tundiyê yekîtiya xwe avabikin.

‘Bi têkoşinê azad dibe’

Berdevka TJA’yê ya Êlihê Songul Korkmaz jî daxuyanî xwend û diyar kir ku ew li hemû derê li her qadê li hemberî tundiya li ser jinê dê têbikoşin û dê biqirin. Songul anî ziman ku heya têkoşîn neyê dayin azadî û demokrasi nayê welêt, lewra divê hemû jin ji bo jiyaneke azad li qadan bin û têbikoşin. Songulê bernameya çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê aşkare kir û wiha daxuyand: “ Di 28’ê mijdarê de li bajaroka Girêsiran dê bi jinan re bicivin û di 30’ê mijdarê de ji bi mijara 25’ê Mijdarê Rojan Têkoşina li Hemberî Jinê panel dê bê lidarxistin.”