Jinan li gel êrîşa polîsan meşa xwe berdewam kir
14:43
AMED – Ji bo meşa 25’ê Mijdarê li Amedê bi sedan jin li Parka Koşuyoliyê hatin gel hev. Li gel êrîş û astengiya polîsan jinan serî netewand û meşa xwe berdewam kirin.
Li Amedê bi sendan jin di pêşengiya TJA’yê de ji bo meşa 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser jinan re ya Navneteweyî li hev kom bûn. Jinên ku li Parka Koşuyoliyê ya Amedê hatin gel hev ji aliyê wesayitên zirxî, tomayan û polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsên ku xwestin jinan belav bikin nikaribûn li dijî meşa jinan ku dê ji Parka Koşûyoliyê heta ber avahiya DBP’ê bibin asteng û jinan li gel êrîş û dorpêça polîsan meşa xwe berdewam kirin, daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca ve hat xwendin û wiha hat gotin: “ Destûrnedayîna vê meşê û astengkrina wê dê wekî lekeyeke reş li dîrokê bê nivîsandin. Derdora me jinan ji aliyê polsan ve hat dorpêçkirin û li çalakiyeke jinan a herî biçûk jî ji aliyê polîsan ve êrîş tê kirin. Lê em ê li dijî şîdeta dewletê û ya polîsên wê serî netewînin.”
Her wiha li gel hemû astengiyan jî jinan meşa xwe bi dirûşma “Jin jiyan azadî” heta ber avahiya DBP’ê berdewam kir û li ber avahiyê meş bi dawî bû.”